Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Divê Derbarê Germbûna Gerdûnî û Parastina Jîngehê Gavan Bavêjin


Serokê Amerîka Joe Biden îro Duşemê bang li rêberên cîhanê kir ku derbarê germbûna gerdûnî (global warming) û parastina jîngehê gavên berbiçav bavêjin.

Biden di Hilcivîna COP26 de ji rêberên cîhanê re got ku êdî dem nemaye ku mirov xwe paşve bikşîne û din ava xwe de nîqaşan bike.

“Divê Glasgow qala destpêka xwe ya vîneke nû ya parastina jîngehê be. Di nava vê kêşeya îqlimê û germtirbûna seqayê de derfetên mezin jî çêdibin ku em pirsgirêkên heyî çareser bikin ku jiber serûbinbûna hewayê, guherêna klîmayê, jêderên kêmbûyî çêdibin.”

Wî bi berdewamî got ku ev krîza gerdûnî herwiha derfetên berhemkarîyê diafrîne ku dikare xizmeta berjewandîya nifên siberojê bike û ekonomîyên seranser cîhan mezin bike.

XS
SM
MD
LG