Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ew ji COVID-19 bi Tevahî Filitîye


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden, ku 5 roj berê bi vîrusa korona ketibû, îro Çarşemê li Qesira Sipî preskonferanseke dar xist û di derbara rewşa saxlemîya xwe agahî da.

Biden got ku ew bi tevahî ji COVID-19 filitîye, testa wî jî neyênî derketiye û rewşa wî ya saxlemîyê gelek baş e .

Biden bi bîr xist ku di dema nexweşîyê de nîşanên wî pir sivik bûn û ji îro pê ve ewê îzolasyana xwe bi dawî bike û bi tîma xwe re rûbirû dest bi xebatê bike.

Serok got ku ew bi dilgermî û bi xêra çavdêrîyeke baş û dermanê ku bi hêsanî peyda dibe ji nexweşîyê qenc bûye û ji mal xebatên xwe domandîye.

Biden bi berdewamî dîyar kir ku pêyvajoya başbûna wî bixwe qonaxaka serketî ya di tekoşîna dijî COVID-19 de nîşan dide.

"Nîşaneyên min sivik bûn, başbûna min zû bû û ez xwe baş hêst dikim. Tevahîya dema ku ez di îzolasyonê de bûm min karîbû bixebitim, bê navber karên seroktîyê bi cîh bînim. Ev yek di têkoşîna dijî COVID-19 de cîhê me bi rêkûpekî nîşan dide."

Serok Biden ku 79 salî ye, dibe ku di hilbijartinên 2024’an de dîsa bi Donald Trump re rûbirû bimîne nexweşketina wî û ya Trump da berhev.

"Dema ku serokê berê min bi COVID-19 ket, ew neçar ma ku bi helîkopterê here Navenda Bijîşkî ya Walter Reed. Ew bi giranî nexweş ketibû, lê sipasîya xwedê ku ew filitî. Gava ku ez bi COVID ketim, ez ji qata jorîn ya Qesira Sipî pênc roj xebitîm. Bê guman cûdahî di vaksînlêdanan de ye."

Biden herwiha bal kişand ser cureya nû ya vîrusa korona BA.5 ku ew pê ketibû û pispor dibêjin ku pir zû belav dibe.

Wî hişyarî da ku jibo pêşîgirtina li belavbûna cureya BA.5 ya vîrusê divê tedbîr û pîvan werin girtin.

Biden got ku rêvebirîya wî jibo baştirkirina hewaya li dibistan û avahîyên giştî, berfirehkirina testan û bo peydakirina maskeyên belaş, heta niha bi mîlyaran dolar xerc kirine.

Serok Biden bang li Amerîkîyan kir ku li cîhên girtî û şênîbar karanîna maskan jinûve binirxînin ku kesên li dora xwe biparêzin.

Biden dîyar kir ku di tekoşîna dijî COVID-19 de dozên vaksînê yên xurtker, testên li malê û awayên nû yên dermankirinê ku jibo herkesî berdest e.

XS
SM
MD
LG