Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bang li Cuomo Dike ku Karvekişîna Xwe Ragihîne


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku divê Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo karvekişîna xwe ragihîne.

Serdozgera New Yorkê roja Sêşemê bi raporekê dabû zanîn ku Walîyê Demokrat Andrew Cuomo êrîşên seksî biriye ser 11 jinan.

Biden li Qesira Sipî ji rojnamevanan re ser Cuomo got ku ‘’Li gor min divê karvekişîna xwe ragihîne.’’

Biden berê gotibû ku bi lêpirsînê tevgerên şaş yên Cuomo werin tespît kirin ewê karvekişîna wî bixwaze.

Wî ser banga karvekişîna da zanîn ku ew girêdayî şiroveyên xwe yên berê ye.

Serdozgera New Yorkê Letitia James da zanîn ku Cuomo bi êrîşên seksî qanûn binpê kirine.

Cuomo dibêje ku wî ti êrîşa seksî nekiriye û dîyar dike ku ew karvekişînê nafikire.

XS
SM
MD
LG