Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden di Gotara Xwe de Ser Mijarên Sîyaseta Derve Çi Got?


Serok Biden di gotara hevbeş de qala mijarên girêdayî sîyaseta derve jî kir û got ku ewê her tişt bi hevbendên xwe re bikin.

“Ti gel nikare bi serê xwe krîzên serdema me tenê çareser bike. Ji terorîzmê bigire, heta çekên navokî, koçberîya girseyî, ewlehîya ser înternetê, guherîna îqlimê û niha jî wek em rûbirû ne pandemî divê bi hevkarî werin çareser kirin.

“Ti dîwar tuneye ku bikaribe me jî vîrusê biparêze. Me gelek vaksîn peyda kirine û çawa me di serdema Şerê Cîhanê yê Duyê de alîkarîya cîhanê kir, emê di şerê dijî korona de jî alîkarîya cîhanê bikin.”

Min ji serokê Çînê Xi re got ku em xerhatina pêşbazîyê dikin û li belayan nagerin, lê min di heman demê de bi zelalî ji wî re got ku emê di hemê waran de berjewendîyên Amerîkî biparêzin.

“Min ji serokê Çînê Xi re got ku emê rê nedin kiryarên nerewa yên bazirghanîyê, pêşîya dizîya teknoljîya Amerîkî bigirin û li herêma Hîndu-Pasîfîk hebûna xwe ya leşkerî, bona pêşîgirtina şer û pevçûnan bidomînon.

Derbarê Rûsya jî min ji serok Putin re bi zelalî got ku ew şer naxwazin lê berdela hemî kiryarên Rpsyayê wê hebe.

“Min bi awayekî balanskirî û dîrekt bersîvdana maytekirina Rûsya ya di hilbijartinên me de û êrîşa wê ya înternetî ya ser hikûmet û kompanîyên me da.”

Biden bi berdewamî got ku programên navokî yên Îranê û Koreya Bakur ji ewlekarîya Amerîkî re xeterîyeke girîng e, loma ewê bi hevalbendên xwe re çawatîya pêşîgirtina wan dewletan gotûbêj bikin.

Serok Biden qala şerê Amerîkî ya li Afganistanê jî kir û got ku ew dawî li wî şerî tînin.

“Em çûne Afganistanê ku dijî terorîstan şer bikin ku di 11ê Îlonê de êrîşî me kiribûn. Me cezayê

Osama Bîn Ladin da û gefa terorîstên El Qayde li Afganistanê lawaz kir. Piştî 20 salên egîdî û fêdakarîya Amerîkî, êdî dema vegera malê hatiye.”

Serok Biden bi bîr xist ku El Qayde û DAIŞ li Yemenê, Sûrîyê, Somalî û cîhên din yên li Afrîqa û Rojhilata Navîn hîn xurt in.

XS
SM
MD
LG