Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Biden û Erdogan Dê Ser Sûrîye û Afganistanê Biaxifin


Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî ya Amerîka ragihand ku Serok Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dê di hefteya pêş de bicivin û ser Afganistan, Sûrîye û hin mijarên din yên herêmî biaxifin.

Jake Sullivan li Qesira Sipî dîyar kir ku Biden û Erdogan dê ‘’cudabîrîyên girîng’’ yên di navbera Washington û Enqerê de jî binirxînin.

Sullivan da zanîn ku xêncî rojhilata Derya Sipî, Sûrîye, Îran, rola Tirkîyê ya li Afganistanê ya piştî vekişîna Amerîka jî dê mijareke girîng ya Biden û Erdogan be.

Wî dîyar kir ku di wê civînê de, ku dê li Hilcivîna Brukselê di navbera rûniştinan de li dar keve, mafên mirovan jî were axaftin.

Di daxuyanîyê de, Sullivan bi bîr xist ku Biden û Erdogan bi hev re pir dem borandine, ew hevdu baş nas dikin û dîyar kir ku ew her du jî li benda hevdîtinê ne.

Jiber ku Tirkîyê ji Rûsya sîstema berevanîyê kiribû di navbera Washington û Enqerê de girjî çêbûbû û di dawîyê de Amerîka dijî wî welatî tole ragihandibûn.

Amerîka û Tirkîye li Sûrîyê sîyasetên cuda dimeşînin û herwiha Washington, Enqerê jiber binpêkirina mafên mirovan hişyar dike.

Her du hevalbendên NATO bo Nagorno – Qarabaxê ketibûn cudabîrîyê û bo petrol û gaza li rojhilata Derya Sipî jî dijî hevdu ne.

Rola Tirkîyê ya piştî vekişîna Amerîka ya ji Afganistanê dibe ku peywendîyên her du welatan yên di rojên pêş de dîyar bikin.

XS
SM
MD
LG