Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sullivan: Biden û Erdogan Wê Cûdabîrîyên Heyî Gotûbêj Bikin


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan (Arşîv)
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan (Arşîv)

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan hûrgilîya serdana serokê Amerîka Joe Biden ya Ewrupayê, ku dê di 10'ê Hezîranê de dest pê bike, ragihand.

Sullivan dîyar kir ku civîna serok Biden û Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan wê di 14 Hezîranê de di dema hilcivîna NATO de li Brukselê pêk were.

"Biden û Erdogan wê mijarên wek Sûrîyê, Afganistan û pirsgirêkên din yên herêmî nîqaş bikin û herwiha dê li cûdabîrîyên girîng yên di navbera Washington û Enqereyê de binirxînîn."

Hevdem, Sullivan destnîşan kir ku rojhilata Deryaya Sipî, Sûrîyê, Îran û rola Tirkîyê ya li Afganistanê di pêyvajoya vekişîna Amerîka ji welêt dê bibe 'rojeva berfireh' ya civîna her du serokan.

Sullivan bi berdewamî da zanîn ku di civînê de pêywendîyên Amerîka û Tirkîyê werin nirxandin û rêkên çareserîya cûdabîrîyên girîng yên prensîban û mafên mirovan û mijarên din yên navbera her du welatan dê werin gotûbêj kirin.

"Serok Biden, Erdogan pir baş nas dike, her du rêber demeke dirêj bi hevre derbaz kirine û ez bawer dikim ku ew her du jî li bende ne ku vê derfetê jibo nirxandina tevahîya peywendîyan bi ferfirehî binirxînin, " Sullivan got.

Di navbera Amerîka û Tirkîyê de di van salên dawî de di derbarê gelek mijaran de pirsgirêkên û cûdabîrîyên gîrîng hene.

Kirîna sîstema parastina mûşekên S-400 ya Rûsî ji alîyê Tirkîyê ve, ku bû armanca toleyên Amerîkî, cûdabîrîyên sîyaseta li Sûrîyê û herwiha rexneyên Washington yên di derbarê binpekirinên mafên mirovan de, di hîn xalîn serekî yên pirsgirêkên Enqere û Washingtonê ne.

Her du hevalbendên NATO'yê ser şerê Nagorno-Qarebaxê û herwiha li rojhilata Deryaya Sipî bo armancên petrol û gazê yên Enqereyê xwedî ramanên cûda ne.

Lê, hin pispor bawer dikin ku piştî vekişîna Amerîka ji Agfanîstanê, îhtîmala rola Tirkîyê li wir mîna qada hevkarîya her du welatan derkevê holê.

XS
SM
MD
LG