Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Erdogan Ser Şerê Rûsya û Ukrayna Axifîn


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Axaftina her du rêberan bi qasî 45 deqîqeyan ajot.

Qesira Sipî ragihand ku her du rêber ser şerê Rûsya û Ukrayna axifîne û bi awayekî hevbeş dane zanîn ku dagirkerîya Rûsya fikar çêkirine.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Erdogan ji hevdu re gotine ku ew piştgirîya hikûmet û gelê Ukrayna dikin û dîyar kirine ku divê ew dijî Rûsya bi hev re tevbigerin.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki di brîfînga rojane de dîyar kir ku axaftina Biden û Erdogan avaker bûye û dirêj ajotiye.

Psaki da zanîn ku Serok Biden piştgirîya Tirkîyê kiriye ku bo domandina hewildanên dîplomatîk hin danûstandin kirine.

Wezîrên derve yên Rûsya û Ukrayna roja Pêncşemê bi navbeynkarîya Tirkîyê li wî welatî kom bûn.

Ew ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve danûstandina dîplomatîk ya di asta herî bilind de bû, lê di hevdîtinê de ti lihevkirin çênebû.

Li gor jêderên Tirkîyê, Erdogan ji Biden re dîyar kiriye ku civandina her du alîyan jî serketine dîplomatîk e û daye zanîn ku ewê hewildanên xwe bidomînin.

XS
SM
MD
LG