Şêwirmendê ewlekarîya neteweyî yê Qesra Sipî Jake Sullivan roja Pencşemê dîyar kir ku Serokê Amerîka Joe Biden çaverê dike ku hefteya bê li Glasgowê, di dema hilcivîna jîngehê ya NY de bi serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê bike.
Hevdem, Sullivan destnîşan kir ku " ez nikarim Piştrast bikim, lê bo niha ew bendewarîya heyî ye."
Erdogan jî hevdîtina bi Biden re piştrast kiribû û her wiha gotibû ku “îhtîmaleke mezin e ku emê li şûna Romayê li Glasgowê hevdu bibînin.
Heke civîna li Glasgow pêk were, piştî ku Biden wek serok hat hilbijartin wê bibe ya dudya.
Her wiha, civîn di demeke ku Washingtonê hevalbendê xwe ya NATO'yê, Tirkîye di 2019'an de jiber kirîna sîstema berevanî ya Rûsî ji bernama firokên şerker yên F-35 derxistibû, pek were.
Amerîka dibêje ku sîstema S-400 ya Rûsî jibo sîstema beravanîya NATO gefeke mezin e.
Enqere ji ji hîngê heta niha hewil dide ku 1.4 mîlyar dolarên ku dabû wê bernamê paşde vegerîne.
Civin, piştî çareserkirina krîza dîplomatîk ya navbera Tirkîyê û 10 balyozên dewletên Rojavayî tê ,ku daxwaza berdana karsazê navdar Osman Kavala kiribûn û Erdogan jî ew bi dersînorkirinê tehdît kiribûn.