Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Rêberên Ewrupî Dê Roja Pêncşemê Civîneke Onlayn Çêkin


Serokê Amerîka Joe Biden bi armanca baştirkirina peywendîyan, roja Pêncşemê wê bi rêka vîdyoyê bi rêberên Yekîtîya Ewrupî (YE) re bipeyîve.

Têkîlîya Amerîka û Ewrupa di dema serokê berê Donald Trump de xirabtir bûbû
û rêvebirîya nû ya Amerîkî hewil dide ku wê rewşê baştir bike.

Dewletên Ewrupî bi biryara Trump ya vekişandina Amerîka ji Peymana Parîsê û
Peyana Navokî ya bi Îranê matmayî mabûn û danîna bacên ser berhemên Ewrupî jî bûbû sedema hêrsbûna welatên Ewrupî.

“Em çaverê ne ku vê hefteyê di civîna Konseya Ewrupî de xêrhatina @POTUS
bikin. Min Serokê Amerîkî vexwend hilcivîna me ku di derbarê hevkarîyeke
xurt de nêrînên xwe bi me re parve bike. Dem hatiye ku hevbendîya
ransatlantîk were xurt kirin” Serokê Konseya Ewrupî Charles Michel ji ser
Twitterê ragihand.

Hêjayî bîrxistinê ye ku cara dawî di sala 2009’an de serokekî Amerîkî
beşdarî hilcîvîneke YE kiribû.

Jêderên Ewrupî ji Reutersê re dibêjin ku di hilcivînê de mijarên wek vaksîna
dijî COVID-19, Rûsya, Tirkîye û babetên girêdayî bazirganîyê dê werin
nirxandin.

XS
SM
MD
LG