Pêşhilbijartinên Demokratan yên bo dîyarkirina berbijarê hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2020’an, tevî astengên jiber vîrusa korona didomin.
Cîgirê Serokê Amerîka yê Berê Joe Biden di hilbijartinan de li pêş e.
Joe Biden, berbijarê din yê li pêş Bernie Sanders li sê eyaletên din jî li dû xwe hişt.
Biden di pêşhilbijartinên roja Sêşemê de, ku li Florida, Illnois û Arizano çêbûn, bi ser ket.
Wî li Florida 62 ji sedê dengan, li Illinois 59 ji sedê dengan sitand û li gor nûçeyên dawî yên medya herêmî li Arizona jî bi ser dikeve.
Bo berbijarîya Demokratan 1991 delege pêwîst in ku niha 1147 delegeyên Biden û 861 delegeyên Biden hene.
Pêşhilbijartina li Ohio jiber vîrusa korona hatibû taloq kirin.
Li Georgia, li Lousiana, li Maryland û li Kentucky jî pêşhilbijartin jiber vîrusê hatibûn paş xistin.