Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden 19'ê Hezîranê Kiriye Roja Betlaneya Federal


Serokê Amerîka Joe Biden roja bidawîkirina koledarîyê xist nava rojên betlaneya federal.

Roja Serxwebûna Neteweyî ya Juneteenth dê her sal di 19’ê Hezîranê de were pîrozkirin.

Biden dîyar kir ku bi roja betlaneyê ya Juneteenth re Amerîkî dê karibin hêza rojê hîs bikin û ji dîroka Amerîka hin tiştan hîn bibin.

Wî da zanîn ku herwiha ew dê bi betlaneya Juneteenth re karibin mesafeya ku wan li dû xwe hiştiye û ya divê ew bimeşin bibînin.

Di sala 1865’an de leşkerên Yekîtîya Bakur (Union), hin reşên li Galveston ya Teksasê bûne kole, du salan piştî Danezana Azadîyê ya Abraham Lincoln ser azadîya wan agahdar kiribûn û 19’ê Hezîranê wê rojê nîşan dide.

Biden roja Pêncşemê, şeref da Opal Lee ya 94 salî ku wek ‘’Pîrika Juneteenth’’ tê naskirin.

Opal Lee pirtir ji 40 salan e hewil dide ku Juneteenth li seranserê Amerîka were qebûlkirin û wê di sala 2016’an de jî bo ew roj bibe betlane dest bi hin hewildanan kiribû.

Jimareke eyaletên Amerîka berê 19’ê Hezîranê kiribûn roja betlaneyê.

Li Amerîka bi Juneteenth re hejmara rojên betlaneya federal rabû 11’an ku herî dawî di sala 1983’yan de Roja Martin Luther King bûbû roja betlaneyê.

Bernivîsa ser Juneteenthê li Civata Senatoran bi yekdengî û li Civata Nûneran jî li hember 14 dengan bi 415 dengan hatibû pejirandin.

XS
SM
MD
LG