Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dixwaze Hemî Karmendên Federalî Dijî COVID-19 Vaksînkirî Bin


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê wê li Qesra Sipî di derbarê pêyvajoya pandemîya COVID-19 nirxandinan bike.

Ajansa Reuters ji zarê çavkanîyeke nenavkirî ragihand ku Biden îro Pêncşemê di derbarê vaksînlêdêna dijî vîrusa korona û karanîna maskan de wê biryarên nû eşkere bike.

Biden wê bo tevahîya karmendên federal yên sivîl pêdivîya vaksînlêdêna dijî COVID-19 ragîhîne yan jî karmendên ku nexwezin vaksînan wergirin divê pîvanên testkirina asayî, parastina dûrbûna civakî, karanîna maskan û yên sînordarkirinên rewîtîyê bi cîh bînin.

Heman, çavkanî got ku Biden vaksînkirina karmendên federalî wek fermaneke biryarder ranegihîne û dijberên vaksînlêdênê wê ji kar neyên derxistin.

Li gor pêzanînên 2020'an li Amerîka nêzî 2.18 mîlyon karmendên sivîl hene û 570.000 kesên din jî bo Sazîya Xizmetên Postayê yên Amerîka (USPS) dixebitin.

Ne dîyar e ku Biden wê karmendên USPS'ê û karmendên kontratcî jî ragihîne yan na.

Wezareta Karûbarên Leşkerên Dêrîn (Veteran Affair-VA) roja Duşemê jibo doktor û karmendên din yên saxlemîyê vaksînlêdêna dijî COVID-19 wek ferman ragihand û bû sazîya yekê ya federal ku pêwîstîyeke bi wî rengî dîyar dike.

Li gor malpera VA, sazî sîstema lênerîna saxlemîyê ya herî mezin ya Amerîkayê pêk tîne û li 1293 navendên saxlemîyê zêdetirî 367.200 karmendên saxlemîyê wê hene.

Rutersê ragihand ku gelek sazîyên Amerîkî roja Çarşemê li ser fermana Ofîsa Rêvebirin û Budçe ya Qesra Sipî (OMB), li avahîyên federal yên ku nexweşîya COVID-19 zêde dibe, karanîna maskan mecbûr kirine.

Hevdem, Qesra Sipî ragihand ku di hindûrê avahîyên federal de jibo tevahîya karmend û mêvanan karanîna maskan hîn de pêwîst dike, bilî ku ew vaksînkirîbin yan na.

Wezareta Berevanîyê jî roja Çarşemê got ku pîvanên nû yên karanîna maskan ewê li Pentagonê bi bandor be.

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşîyan (CDC) ya Amerîka roja Çarşemê li nêzî ji % 67 eyaletên Amerîka roja Sêşemê rêjeyên belavbûnê yên COVID-19 bi rengekî berbiçav (% 63.4) bilind bûne.

Serokê AFL-CIO Richard Trumka jî got ku sendîkaya wan piştgirîyê dide pîvanên nû yên bo vaksînlêdanê.

XS
SM
MD
LG