Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Îro bi Serokên Fînlandîya û Swêdê re Dicive


Serokê Amerîka Joe Biden dê îro Pêncşemê bi rêberên Swêd û Fînlandîya re bicive.

Swêd û Fînlandîya piştî Rûsya dest bi dagirkirina Ukrayna kir, bêalîbûna xwe ya demdirêj terikandin, bo bibin endamên NATO dest bi danûstandinan kirin.

Biden dê demeke kin berî gera Asya, bi Serokwezîra Swêdê Magdalena Andersson û Serokomarê Fînlandîya Sauili Niinsto re li Qesira Sipî bicive.

Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan dîyar kir ku ew bo ewlekarîya Ewrupa di qonaxeke dîrokî de ne û da zanîn ku du welatên ew demek e dirêj e bêalî ne beşdarî li tifaqa herî xurt ya cîhanê bibin.

Biden dixwaze dijî dagirkerîya Rûsya, Ewrupa bike yek.

Tirkîye bi awayekî neyênî li hewildanên Fînlandîya û Swêdê dinêre.

Karbidestên Tirkîyê dibêjin Swêd divê piştgirîya bo çekdarên Kurd rawestîne ku Enqere wan wek terorîst dibîne.

Sullivan roja Çarşemê ji rojnamevanan re got karbidestên Amerîkî dikarin fikarên Tirkîyê pûç bikin.

Bo endamtîya NATO divê 30 endam beşdarên nû bipejirînin.

XS
SM
MD
LG