Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden di Merasîma Binaxkirina George Floyd de Axifî


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden bi vîdeokonferansê beşdarî merasîma binaxkirina George Floyd bû.

Biden dîyar kir ku ew dijî ‘’destdirêjîya sîstematîk ya jehrê li jîyana Amerîkî direşîne’’ dengê xwe bilind dike.

‘’Gava bo George Floyd dadmendî çêbe em dê ber bi dadmendîya nijadî herin’’ Biden got.

Wî bi berdewamî da zanîn ku ew dikarin ‘’birînên neteweyekê’’ sax bikin.

George Floyd, du hefteyên berê bi tundûtûjîya polîsan hatibû kuştin û jiber mirina wî li seranserê Amerîka protesto û hin welatên din yên cîhanê protesto li dar ketibûn.

Bo Floyd li Houstonê merasîma oxirkirinê li dar ket û bi qasî 500 kes beşdar bûn.

Floyd dê li bajarê Pearland li nêzî dîya xwe were binax kirin.

XS
SM
MD
LG