Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: George Floyd Cîhan Guhert


Serokê Amerîka Joe Biden piştî eşkerebûna biryara bo doza George Floyd yê reş, ser biryarê axifî.

Joe Biden, ser biryara jurîya dîyar kiribû ku polîsê sipî yê berê Derek Chauvin di mirina George Floyd de sûcdar e, got ku ‘’gaveke pêşdeçûnê’’ ye.

Biden bi bîr xist ku jiber kuştina George Floyd protestoyên berfireh li dar ketine û da zanîn ku ji tevgera mafên sîvîl yên salên 1960’î vir ve tiştekî wisa çênebûbû.

‘’Divê em hin tedbîran ragihînin ku careke din trajedîyeke wisa çênebe. Kesên reş divê ji danûstandinên bi polîs re netirsin.’’ Biden got.

Wî dîyar kir ku nijadperestî di hin sazîyên polîsan de û di sîstema hiqûqê de jî hîn heye.

Serokê Amerîka dîyar kir ku bi qasî ew sîyaset û qanûnên xwe diguherînin divê ew dil û aqilê xwe jî biguherînin.

Biden di axaftinê de dîyaloga xwe ya bi keça George Floyd re bi bîr xist.

Serok Biden dîyar kir ku wî destê keça Floyd girtiye û gotiye ‘’Bavê te bi serbilind e’’ û wê jî gotiye ku ‘’Bavê min cîhan guhert.’’

Wî da zanîn ku ew piştî biryara jurîyê bi malbata George Floyd re axifîye û wî ji keça Floyd re gotiye ku ‘’Erê, bavê te bi rastî dinya guhert.’’

XS
SM
MD
LG