Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden bo Îsraîl û Gaza Soza Alîkarîyê Dide


Serokê Amerîka Joe Biden piştî ku Îsraîl û Hamasê bi navbenykarîya Misirê agirbest ragihand ser wê biryarê axifî.

Biden dîyar kir ku ew bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re peyivîye, wî ser agirbestê razîbûna xwe ragihandiye û daye zanîn ku ewê piştgirîya bo Îsraîlê bidomînin.

Wî da zanîn ku Amerîka li hember ‘’Hamas û komên din yên terorî yên navendên wan li Gaza ne’’ piştgirîya mafê rêwa ê berevanîyê dike.

Serok Biden dîyar kir ku ew di hefteyek dawî de bi Netanyahu re şeş caran, bi Serokê Rêvebirîya Filistinê Mahmud Abas re jî carekê peyivîye, û spasîya Misir û rêvebirîya xwe kir.

Biden da zanîn ku ew seba alîkarîya bo gelê Gaza hazir in û dîyar kir ku ew dikarin bi Neteweyên Yekbûyî (NY) û komên din yên navneteweyî re bixebitin.

Wî dîyar kir ku ewê bi Hamas re nexebitin û got ku ewê bi alîkarîyê kelûpelên leşkerî yên Hamasê neyên sitandin.

XS
SM
MD
LG