Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Hilbijartinên Civata Senatoran Îro Seredana Georgia Dike


Hilbijartinên Civata Senatoran ya Kongressa Amerîka li eyaleta Georgia (Arşîv)
Hilbijartinên Civata Senatoran ya Kongressa Amerîka li eyaleta Georgia (Arşîv)

Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden, rojek piştî ku Desteya Hilbijeran serfiraziya wî ya seroktîyê piştrast kir, îro Sêşemê diçe eyaleta Georgia.

Biden, dê piştvanîya 2 berbijarên Demokrat ya bo Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka ya hilbijartinên 5'ê Rêbendanê bike ku serketina li vir bo bernameya sîyaseta navxweyî ya Biden pêk were, gelek girîng e.

Serkeftina Biden ya di hilbijartina seroktîyê li Georgia, ku bi rêjeye hindik pêk hatibû û ew eyaleta ku wek navandeke xurt ya Komarîyan dihat dîtin, êdî bûye qada herî girîng ya şerê sîyasî.

Li Georgia berbijarên partîya Komarî senator David Perdue û Kelly Loeffler in.

Berbijarên partîya Demokrat jî Jon Ossoff and Raphael Warnock in.

Hilbijartinên di 5'ê Rêbendana 2021'an ya bo 2 senatoran dê diyar bike ka kîjan partî di dema seroktîya Biden de kontrol bike.

Heke Komarî yek ji endamtîya Kongresê qezenc bikin jî, wê desthilatdarîya xwe ya li Senatoyê bidomînin û bikaribin mijarên wek vîrusa korona, aborî û guherîna av û hewayê, gelek armancên qanûnî yên Biden têk bibin.

Serketina Demokratan dê kontrola Qesra Sipî û Kongresê bide Biden û partîya wî ku li Civata Nûneran ya Amerîka piranî ye.

Serdana Biden ya Atlanta 9 roj piştî serok Donald Trump bo piştgirîya Perdue û Loeffler çûbû Georgia, pêk tê.

Serêdana Biden di vê demê de tê ku dengdana pêşdem do Duşemê destpê kiribû.

Mîna di Mijdarê de, tê pêşbînî kirin ku gelek hilbijêr jiber fîkarên pandemîya vîrusa korona bi rêka postayê dengên xwe bidin.

Projeya Hilbijartinên Amerîka ya li Zanîngeha Florida dibêje ku heya niha pirtirê 1.2 mîlyon kesan belgeyên dengdana bi postayê xwestinin û zêdetirî 260.000 kesan dengên xwe şandinin.

Serkettina Biden, bo qezenckirina her du kursîyan hêvîyên Demokratan xurt dike, tevî hewildanên êrîşkar yên qeydkirina hilbijêran û guhertina demografîya hilbijeran yên ji hêla Komarîyan.

XS
SM
MD
LG