Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Biden: Emê Cîhaneke Nû û Baştir Bidin Zarokên Xwe


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê nû yê Amerîka Joe Biden di gotora xwe ya sondxwarinê de peymanên yekitî, hêvî û dilsozîyê ragihand û bahsa polîtîkayên xwe yên siberojê kir.

Biden got niha, li ser vê axa pîroz, ku tenê çend roj berê tundîtûjîyê dixwest bingeha avahîya Kongresê têk bibe, ew wek neteweyekî di bin şahîditîya xwedê de, bê dabeşkirin, kom bû nin da ku veguhastina aştîyane ya desthilatdarîyê pêk bînin, mîna çanda ji du sedsalan zêdetir e ku heye.

"Gava ku em bi awayê xweyê bê hempa ya Amerîkî ya bêrawest, wêrek, geşbîn li pêşerojê binêrin, emê bibînin ku em dikarin û divê em bibin jî."

Serok Biden got ku ev netweyekî mezin nin. Ev mirovên baş in. Bi sedsalane ku di nav bahoz û pevçûnan de, di aştî û şer de, ev heta niha hatine, lê hîn jî pir rê maye ku em bimeşin.

"Emê bi lez û bez pêşve biçin, jibo ku em di vê zivistana xetere û derfetên girîng de gelek karên me henin ku divê em bikin. Pirtir kar jibo serrastkirinê, jinûve sazkirinê, baştirkirinê, avakirinê, û bo bidestxistinê henin. Gele kesayetî yên di dîroka gelê me de pirtir di şertên dijwartir ya ji dema ku em tê de ne bûn."

Serok Biden bi berdawamî wiha axifî:

"Jibo derbazkirina ji van zahmettî.yan, bo jinûve avakirina gîyan û ewlehîya pêşeroja Amerîkayê, ji peyivan pirtir hewce dike. Di Demokrasîyeke de, tiştê herî dijwar ku yekîtiyê hewce dike. Yekîtî. "

Serok Biden got ku heke navê wî ti carî têkeve dîrokê, ewê jibo vê çalakîyê be, û gîyanê wî tevahî tê de ye.

"Îro, di vê roja Rêbendanê de, gîyanê min bi tevahî di vê yekê de ye: anîna Amerîka di gel hev, yekkirina gelê me, yekbûna neteweya me. Ez ji her Amerîkî dixwazim ku beşdarî vê dozê bibe," wî got.

" Yekbûna bo şerê hemberî dijminên ku em rûbirû ne : hêrs, kîn û nefret, tundreyî, bêhiqûqî, şîdet, nexweşî, bêkarî û bêhêvîtî. Bi yekîtiyê, em dikarin tiştên mezin, tiştên girîng bikin, " Biden bang kir.

Biden di axaftina xwe de ser çareserîyên pisrgirên sekinî.

" Em dikarin xeletîyan serrast bikin. Em dikarin mirovanan re karên baş saz bikin. Em dikarin zarokên xwe re dibistanên ewledar ava bikin. . Em dikarin vîrusa kujer têk bibin. Em dikarin kedê-xabatê bidin xelat kirin - û em dikarin bî ma saxlemîyê jibo her kesî dabîn bikin. Em dikarin edaleta nijadî bicîh bînin û em dikarin Amerîkayê carek din bikin hêza sereke ya başîya li cîhanê, " wî got.

Serok Biden bang li tevahîya Amerîkîyan kir da ku hevûdin gohdar bikin.

"Jiber vê yekê, îro, di vê demê de, li vê derê, em hemî jinûve dest pê bikin. Ka em dîsa dest bi guhdarkirina hevûdin bikin. Hevalên minên Amerîkî, divê em ji vê cuda bin. Divê Amerîka ji vê rewşê çêtir be, û ez bawer dikim Amerîka ji vê pir çêtir e."

Hevdem, Biden soz da ku ewê bo kesên ku piştgirî nedanin wî mîna wanên ku piştgirî danin wî dê têkoşînek dijwar bide.

Biden got ku derfet, ewlehî, azadî, rûmet, rêzdarî, serbilindî,rûmet û, heqîqet. Hefte û mehên dawî dersek bi êş da me. Rastî heye û derew hene, derew ji bo hêz û qazancê têne gotin.

" Her yek ji me wek hemwelatî, wek Amerîkî, û wek rêber, rêberên ku soz dane ku dê Qanûna Bingehin ya me serbilind bikin û neteweya me biparêzin, bo parastina rastîyê û têkbirina derewan xwedî erk û berpirsiyarî nin ," Biden balkişand.

Biden dazanîn ku di hin rojan de mirov hewceyê destekî ne. Rojên din hene ku bang li mirovan tê kirin ku mirov destekê bide. Divê wiha be. Ya ku ew bo hev dikin ev e.

" Heke em bi vî rengî tevbigerin b, dê welatê me ji pêşerojê bihêztir, pêşkeftîtir, amadetir be. Em hîn jî dikarin razî nebin. Hevalên minên Amerîû , di xebata li pêş jî ya me de, emê hewceyê hev bin. Pêdîvîya me bi hemî hêza me heye ku em xwe rêzin - ku xwe ji vê zivistana tarî biparêzin. Em dikevin serdema herî dijwar û kujer ya vîrusê, " Biden destnî şan kir.

Biden di derbarê peywendîyên bi welatên û ser sîyeseta navneteweyî jî peyivî.

" Amerîka hate test kirin, û em ji wê xurttir derketin. Emê tifaqên xwe sererast bikin û careke din bi cîhanê re têkilî daynin. Ne ku em pisrgirêkên doh, yan dijwarîyên îro û sibê bibînin. Emê ne tenê bi mînaka hêza xwe, lê bi hêza mînaka xwe rêbertîyê bikin. Emê jibo aştî, pêşkeftin û ewlehîyê bibin hevkareke xurt û pêbawer," peyama min jibo yên derveyî sînorên me ne Biden got.

Serok Joe Biden 400.00 Amerîkîyên ku bi sedema vîrusa korna jîyanên xwe ji dest danin bi bîr anî û jibo wan kesan, yên li paş xwe hiştinin û bo Amerîka daxwaza duayek bêdeng kir.

Herwiha Biden bahsa mijarên din yên di rojevê de nin kir.

" Li dijî demokrasî û heqîqetê me êrîş têne kirin. Vîrusek dijwar, newekhevî ya kumezin dibe, bilinbûna nîjadperestîya sîstem, krîza avûhewayê. Rola Amerîkayê di cîhanê de. Divê Ji van mijaran yek jî bes be ku bi awayên kûr berxwe bidin. Lê, rastî ev e, em bi wan re bi carekî de rûbirû inin. Pêşkêşkirina vî gi gel te, yek ji berpirsî yarîyên me yên herî giran e. Niha emê werin test kirin,ceribandin, " wî got.

Wî got ku, ewê jiber rêkên çareserkirina van pirsgirêkên girîng werin darizandin.

Biden ragihand ku ewê peywirên xwe bicîh bînin, û cîhanek nû û baştir bigihînin zarokên xwe. Ew bawer dike ku divê ew vê bikin. Ew bawere ku hûn jî dikin. Ew bawer dike ku ewê bikin. Gava ku ew bikin, ewê di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de, çîroka Amerîkî, beşa mezin ya pêş binivîsin, çîrokek ku wek mîna straneke ku bo Biden pir girîng e. Strana Neteweyî ya Amerîka ye.

“Ezê di xizmeta we de bim, neser desthilatdarîyê lê, ez ser derfetan difikirim, ne li birînên kesane lê berjewendîya raya gîştî. Bi hev re e çîrokek hêvîdar ya Amerîkî binîvîsin, ne ku bitirsin. Ya yekbûnê, ne ya dabeşbûnê. Ji ronahîyê, ne ji tarîyê. Çîrokeke delal û rûmet, evîn û başbûn, mezinbûn û qencî ye,“ Biden got.

“Ez hevîdarim ku ev çîroka dê rêberîya me bike, çîroka ku me sîrûş dike, û çîroka ku bahsa bersîva me ya banga banga dîrokê dike.

Demokrasî û hêvî, rastî û dad, ne li ber çavê me mirin. Lê, li ser axa Amerîka bi jiber ku azadî mîsoger bû û herwiha û careke din wek çiraya cîhanê rawesta,

Ya ku em deyndarê bav û kalên xwe, hev û din û nifşên li pey wêrin re, ev e, “Biden bi berdewamî got.

Serok Joe Biden axaftina xwe wiha bi dawî kir.

“Jiber vê yekê, bi armanc û bi biryar, em berê wxe didin wan kesên ku di dema xwe de hatine erkdar kirin, yên ku bi bawerîyê vê domandinin, bi bawerîyê meşandinin û ji hevûdu re û ji welatê ku em ji dil hez dikin re dilsoz in. Rehma Xwedê li Amerîkayê be û Xwedê leşkerên me biparêze. Spas dikim, Amerîka,“ Biden got.

XS
SM
MD
LG