Serokê Amerîka Joe Biden şeva Sêşemê gotara salane ya Rewşa Yekîtîyê pêşkêş kir.
Biden di destpêka gotarê de dîyar kir ku sala borî COVID-19 ew ji hev dûr xist, lê îsal ew dîsa wek Demokrat, Komarî û yên Serbixwe bi hev re ne.
“Herî girîng em îşev wek Amerîkîyan kom dibin, jiber peywira gelê Amerîkî û Qanûna Bingehîn ya li hember hev û bi vîyaneke bêguman ya wê azadî her tim dijî zordarîyê bi ser bikeve.“
Biden di axaftina xwe de piştgirîyeke xurt da Ukraynayê ku vê gave dibe armanca êrîşên tund yên hêzên Rûsî.
Biden got ku Vladimir Putin bi êrîşa ser Ukraynayê xwest ku hîma cîhana azad hilweşîne û vîna wê jibo daxwazên xwe yên gênî bitewîne, lê nêrîna wî şaş derket.
“Wî hizir kir ku dikare bi hêsanî têkeve hindurê Ukraynayê û dine jî bê deng bimîne, lê ew dîwarekî sitûr qelibî ku wî qet pêşbînî nedikir. Ji Serokê Ukraynî Zelenskyy heta Ukraynî gîş bêtirsbûna xwe, wêrekîya xwe û biryarderîya xwe nîşan dan û ji tevahîya cîhanê re bûn îlham.”
Wî ragihand ku welatîyên Ukrayna bi laşên xwe tankan asteng dikin. Ji xwendekaran bigire heta mamosteyên karkenar her kes bûne leşker da ku welatê xwe biparêze.
“Di vê têkoşînê de wek ku Serok Zelenskyy di axaftina xwe ya li Parlamentoya Ewrupa de got ' Ronahî wê dijî tarîyê bi ser bikeve.”
Biden piştre peşwazîya balyozê Ukrayna yê li Amerîka kir, yê ku axaftina wî guhdar dikir.
Biden ji beşdervanan daxwaz kir ku her yek ji wan îşev li vir di vê civînê de, ji Ukrayna û cîhanê re peymaneke bêhempa bişîne.
“Kerema xwe, heke hun dikarin rabin û nîşan bidin ku, Erê, em wek Amerîka bi gelê Ukraynayê re ne.”
Wî bi berdewamî dîyar kir ku wan di pêyvajoya dîroka xwe de ew ders girtine; dema ku dîktator berdêla êrîşên xwe nadin, ew dibin sedema zêdetir kaosê û ew kiryarên xwe didomînin.
“Berdêl û gefên ser Amerîka û cîhanê her ku diçe zêde dibin. Jiber vê yekê Hevpeymanîya NATO'yê bo ewlekirina aştî û aramîya li Ewrupa piştî Şerê Cîhanê yê dudyan hate damezrandin. Amerîka tevî 29 welatên din endam e. Ew girîng e. Dîplomasîya Amerîkî girîng e. Amerîka pirsgirêkan çareser dike.”
Biden dîyar kir ku êrîşa dawî ya Putin ya ser Ukraynayê plankirî û bêsedem bû û herwiha wî hewldanên dubare yên dîplomasîyê red kir.
“Ew difikirî ku Rojava û NATO wê bersîvê nedin. Û wî bawer dikir ku wê bikaribe me li malê (Amerîka) navxweyî parçe bike. Putin xelet bû. Em amade bûn. Em bi berfirehî û bi baldarî amade bûn.”
Biden bi berdewamî behsa kiryarên ku wan ser vê mijarê pêk anîne, kir.
“Em bi mehan xebitîn ku koalîsyoneke bo dijderketina Putin ava bikin, ji Ewrupa û Amerîka heya Asya û Afrîkayê.Min bo yekkirina hevalbendên me yên Ewrupî saetên bêhejmar derbaz kir.
Me berê bi cîhanê re parve kir ku; tiştê ku me dizanibû ku Putin plan dike û bi rastî ewê çawa hewl bide ku êrîşkarîya xwe bi derewan rewa bike.”
Biden da zanîn ku wan bersîva derewên Rûsyayê bi eşkerekirina rastîyan dane û niha jiber ku ew wan tiştanan kirîye, cîhana azad ji wî hesab dipirse.
“Bi 27 endamên Yekîtîya Ewrupa(YE), di nav wan de Fransa, Almanya, Îtalya û herwiha welatên mîna Brîtanya, Kanada, Japonya, Kore, Australya, Zelanda ya Nû û gelek welatên din, heya ku Swîsre jî hene, ji Putin hesab dipirsin.
Em êşê didin Rûsyayê û piştgirîyê didin gelê Ukraynayê. Putin naha ji her demê bêtir ji cîhanê îzolekirî ye.”
Biden eşkere kir ku ew niha bi hevalbendên xwe re, dijî Rûsyayê toleyên aborî yên bihêz radigihînin û wiha got:
“Em bankên herî mezin yên Rûsyayê ji sîstema darayî ya navneteweyî qut dikin. Astengkirina banka navendî ya Rûsyayê ji parastina Rûbleya Rûsî, "fona şer" ya bi 630 mîlyar dolarî ya Putin, bêqîmet dike.
Em gihîştina Rûsyayê ya teknolojîyê asteng dikin ku ewê hêza wê ya aborî qut bike û artêşa wê di salên pêş de qels bike,” Biden got.
Wî herwiha behsa toleyên dijî olîgark û kesayetîyên Rûsî kir.
“Îşev ez ji olîgark û lî derên Rûsî yên gendel re dibêjim ku êdî wê nikaribin bi mîlyaran dolar jibo vê rejîma tundûtûj re birijînin. Wezareta Dadê ya Amerîka bi armanca şopandina tawanên olîgarkên Rûsî erkeke xebatê ya taybet ava dike.
Em bi hevalbendên xwe yên Ewrupî re dibin yek da ku keştîyên we, xanîyên we yên luks, firokên we yên taybet bibînin û dest bidin ser. Em jibo destkeftîyên we yên neheq tên,” Biden got.
Serok Biden piştre da zanîn ku ew jî qada esmanî ya Amerîka bo tevahîya firînên Rûsî qedexe dikin.
“Û îşev ez radigihînim ku emê tevlî biryara hevalbendên xwe bibin û qada esmanî ya Amerîka bo tevahîya firînên Rûsî qedexe bikin; Rusyayê bêtir îzole bikin - û tengasîyeke din – givaştina ser aborîya wan zêde bikin.”
Biden dîyar kir ku wê piştgirîya leşkerî, aborî û mirovahî ya bo Ukraynayê bidomînin.
“Bi hevalbendên xwe re, em di şerê Ukranîyan yê azadîyê de piştgirîya wan dikin. Em alîkarîya leşkerî, aborî û nirovahî dikin.Em zêdetirî 1 mîlyar dolar alîkarîya rasterast didin Ukraynayê. Û emê alîkarîya bo gelê Ukraynayê bidomînin.”
Biden herwiha, helwesta hêzên Amerîkî zelal kir û dî yar kir ku wê hêzên wan bi bi hêzên Rûsî yên li Ukraynayê re şer nekin.
“Hêzên me ne bo şerkirina li Ukraynayê, lê bo parastina hevalbendên me yên NATO'yê, jiber îhtîmala ku Putin biryar bide ku ber bi Rojava tevbigere, diherin Ewrupa. Jibo wê armancê me hêzên bejayî, esmanî û keştîyên Amerîkî seferber kiriye da ku welatên NATO'yê ku di nav de Polonya, Romanya, Letonya, Lîtvanya û Estonya jiî hene, biparêzin.”
Biden anê ziman ku Amerîka û hevbendên wê bi tevahîya hêza xwe ya kolektîf, tim axa welatên NATO'yê biparêzin û ewê çavên xwe vekirî bihêlin.
Wî got ku welatîyên Ukrayna bi cesaret berxe didin lê wê rojên, hefteyên û mehên pêş bo wan dijwar bin.
“Ukraynî yên serbilind, ku 30 sal in ku serxwebûna xwe dîyar kirine, çend caran nîşan dane ku ewê tehemûla tikesê ku hewl bide welatê wan paşde bix, nekin,“ Biden got.
Biden bi berdewamî carek din serokê Rûsyayê rexne û tawanbar kir.
“Putin tunditûjî û kaos derxist holê. Lê, dema ku ew dikare li qada şer destkeftîyan bi dest bixe - ewê di demek dirêj de berdêlek giran bide, “ Biden got.
Serokê Amerîka Joe Biden di gotara salane ya Rewşa Yekîtîyê de bal kişand ser rewşa aborîya Amerîka jî.
Wî got ku ewê hemî derfetên berdest bixebitînin ku karsazî û bikirên Amerîkî biparêzin.
Serok got ku rêvebirîya wî bi 30 welatên din peyîvî ku ji çavkanîyên seranser cîhanê bi hevre 60 mîlyon bermîl neft derxînin.
“Amerîka wê pêşengîya wê hewikê bike û 30 mîlyon bermîlên ji Rezerva Petrolî ya Stratejîk derxîne û em amade ne ku di dema hewcedarîyê de, bi hevkarên xwe re hîn pirtir gavan bavêjin.”
Serok got ku ew gavên wan wê bibe alîkar ku buhayê benzînê li Amerîka di astekle nizim de bimîne.
Biden herwiha li ser pandemîya korona jî sekinî û got ku gelek malbatên Amerîkî di rewşeke xirab ya aborîyê de dijî û têkoşînê dide ku mesrefên xwarinê, beznînê, xanî û yên din derxîne û dawîya mehê bîne.
Wî bi bîr anî ku çawa bavê li mala wan ya li Scranton, Pennsylvania pir çêtinahî kişand ku karekî bibîne û wan buhabûna jîyanê gelekl ji nêzîk ve hês dikir.
Biden got ku loma wî di dema seroktîya xwe de wek gaveke pêşîn Plana Rizgarkirina Amerîkî (American Rescue Plan) da derbaz kirin ku alîkarîya malbatên Amerîkî bike.
Serok got ku ew plan di hewilên wan yên vaksînkirina dijî COVID-19 û têkoşîna dijî wê vîrusê de bû alîkar û ji bi dehan mîlyonên Amerîkîyan re alîkarîya demûdest gîhand.
Biden dîyar kir ku bi spasîya wê plane di nava salekê de 6.5 mîlyon karên nû hatine afirandin ku ew di dîroka Amerîkî de tiştekî nedîtî bû.
Serok bal kişand ku ekonomîya Amerîkî sala çûyî % 5.7 mezintir bû ku ew jî di nava nêzî 40 salên derbazbûyî de rêjeya herî bilind e.
Hêjayî balkişandinê ye ku Qanûna Bingehîn ya Amerîka pêdivî dike ku serok dem bi dem li ser Rewşa Yekîtîyê agahî bide Kongresê û hin xal û pêşnîyarên ku ew hewce dibîne, ji endamên Kongresê re pêşkêş bike.