Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Dema Serokatîya Joe Biden de Dibe ku Hin Girtiyên Guantanamo Werin Azadkirin


Navenda destserkirinê ya Guantanamo Bay
Navenda destserkirinê ya Guantanamo Bay

Girtîyê herî pîr yê li navenda destserkirinê Guantanamo Bay, ku 16 salên bê tawanbar li wir di zindanê de ye, bi asteke hêvîyê çû rûniştina xweya paşîn ya nirxandina darizandina xwe.

Guantanamo Bay ya navenda destserkirinê, bingeha Amerîka ya li Kubayê ye.

Seyfullah Paracha yê Pakistanî ku 73 salî ye, xwedîyê nexweşîya şekir û nexweşîya dil e, du xalên baş di dadgeha wî ya herî dawî de heb û ku di runiştinên berê de tunebû: pêşveçûnek qanûnî ya erenî û hilbijartina Joe Biden.

Parêzerê Paracha, Shelby Sullivan-Bennis, di 19'ê Mijdarê de piştî dadgehê ji bingeha Guantanamo bi telefonê ragihand ku hebûna sade ya wê yekê ew difikire ku jibo wan hemîyan hêvî ye.

"Ez niha pirtir bi hêvî me, jiber ku rêveberîyeke me heye ku em bi çar çavan li bendê ne ku nikare pêvajoya pêdaçûnê ya heyî paşguh bike" parêzer Paracha got.

Serok Donald Trump bi rengeke xurt rêbaza rêvebirîya Obama ya ku jinûve nirxandina dozên zilamên li Guantanamo girtîn in û heke zindan êdî pêwist neke wan serbest berde, bi dawî kiribû .

Niha hêvîyek heye ku dê di bin serokatîya Biden de, ev pevyajoya jinûve dest pê bike.

Guantanamo demek bû armanca rexneyên cîhanî û sembolek tundbûna Amerîka ya di bersîva terorê de.

Lê, piştî ku Serok Barack Obama bo girtina Guantanamo serkeftî nebû û herwiha zindankirina 40 zilaman jî li wir domya, bi gelemperî ji naveroka sereke ya nûçeyan daket.

Komên ku girtina Guantanamo dixwazin, niha bi peyvajoya seroktîya Joe Biden bo pêkhatina vê yekê, derfeteke dibînin.

Ew hêvî dikin ku rêvebiriya Biden rêyek bibîne da ku kesên ku bêne darizandin darizîne û yên mayî jî serbest berde.

Hevdem, ew dixwazin ku Amerîka ji bingeha desterkirina Guantanamo ku salê bêtirî 445 mîlyon dolar xerc dike, bi tevahî bifilite.

Nêzîkatîya Biden bo Guantanamo nediyar e. Berdevkê Veguheztinê Ned Price got ku serokê hilbijartî piştgirî dide girtina wê, lê dê ne qenc be ku ew nexşerê ya wî bi hûrgilî berî ku ew dest bi kar bike, gotûbêj bike.



XS
SM
MD
LG