Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Harris bo Danasîna Paketa Alîkarîyê Serdana Hin Eyaletan Dikin


Serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris bo danasîna paketa alîkarîyê ya 1,9 trîlyon dolarî dê serdana hin eyaletan bike.

Biden dê berê here Pennyslvania û Harris û hevjînê wê Doug Emhoff dê derbazî Nevada û Colorado bibin.

Hevjîna Serok Biden, Jill Biden dê îro Duşemê li New Jerseyê be û dûre jî dê here New Hampshire.

Serok Joe Biden jî dê roja Sêşemê li Pennsylvania be û ew dê roja Înê here Atlanta.

Li gor anketeke CBS, 75 ji sedê Amerîkîyan piştgirîyê didin paketa alîkarîyê.

Biden ew paketa 1,9 trîlyon dolarî roja Pêncşemê îmza kiribû.

Paket li Kongresê bi erêkirina Demokratan hatibû pejirandin.

Komarîyan dîyar kiribûn budçeya paketê zêde ye û piştgirîya wê nekiribûn.

XS
SM
MD
LG