Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Harris Îro Diçin Atlanta ku bi Civaka Amerîkîyên Asyayî Biaxifin


sdfghjk
sdfghjk

Serokê Amerîka Joe Biden û Cîgira Serok Kamala Harris îro Înê diçin bajarê Atlanta ya istana Georgia ku bi rêberên civaka Amerîkîyên Asyayî bicivin.

Serdana Biden û Harris di vê demê de tê ku 6 jinên bi eslê xwe Asyayî di êrîşeke çekdarî ya zilamekî sipî de Çarşemê li Atlanta hatibûn kuştin.

Serok Biden wê li Zanîngeha Emory bi rêberên civaka Amerîkîyên Asyayî bicive û gef û êrîşên dawî yên dijî wan gotûbêj bike.

Taybetî piştî belavbûna vîrusa korona, êrîşên tundî û kîndarî yên Amerîkîyên Asyayî zêde bûne û ew jî dibe sedema tirs û fikaran.

Biden û Harris herwiha beşdarîya programeke taybet ya Navendên Kontrolkirin û Pêşîgirtina Nexweşîyan ya Amerîka (U.S. Centers for Disease Control) bibin û derheqa şerê dijî COVID-19 de agahî ji pisporên saxlemîyê wergirin.

XS
SM
MD
LG