Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden: Ezê Guh Bidim Şîretên Doktoran û Mîtîngên Hilbijartinê Çênekim


Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden dîyar kir ku ewê jiber vîrusa korona mîtîngên hilbijartinê li dar nexe.

Biden da zanîn ku jiber rîska belavbûna vîrusa korona wî biryareke wisa daye.

‘’Ezê guh bidim şîretên doktoran û mîtîngên hilbijartinê li dar nexim.’’ Biden got.

Serokê Amerîka Donald Trump piştî şewba vîrusa korona mîtînga pêşî di 20’ê Hezîranê de li eyaleta Oklahoma li dar xistibû.

Jiber mîtînga Trump ser saxlemîyê nîqaş çêbûbûn û ji tîma wî ya kempeyna hilbijartinê hin kes bi vîrusa korona ketibûn.

XS
SM
MD
LG