Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Rêberên 40 Dewletan Vedixwîne Hilcivîna Îqlimê


Serok Joe Biden rêberên 40 dewletan vexwendin Hilcivîna Îqlimê ya Nîsana 2021’an. Di nav vexwendîyan de rêberên Rûsya û Çînê jî hene.

Qesira Sipî ragihand ku hilcivîna rêberan dê bi awayekî onlayn li dar keve û bi weşana zindî dê karibe were temaşe kirin.

‘’Serok Biden di roja xwe ya pêşî ya seroktîyê de gav avêt ku Amerîka vegerîna Peymana Parîsê. Piştî çend rojan, di 27’ê Rêbendanê de dîyar kir ku ewê bo têkoşîna dijî kêşeyên îqlimê geş bikin, hilcivînekê li dar xin. Hilcivîn, dê balê bikişîne ser pêwîstîya çalakîyên hêzdar yên demûdest û faydeyên wî yên aborî.’’ di daxuyanîya Qesira Sipî de hat gotin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, xêncî rêberên dewletan, dê hin karsaz û pêşengên sazîyên sîvîl jî beşdarî hilcivînê bibin.

Serok Joe Biden ji rojnamevanan re da zanîn ku ew bi Serokê Rûsya Vladimir Putin û bi Serokê Çînê Xi Jinping re ser hilcivînê hîn neaxifîye, lê da zanîn ku wan hay jê heye ku ew vexwendî ne.



XS
SM
MD
LG