Serokê Amerîka Joe Biden dibêje ku di gavên dijî Rûsya jiber dagirkirina wê ya Ukrayna; heya niha tenê Hîndistan di nav koma welatên QUAD (Awustralya, Hîndistan, Japonya û Amerîka) de "hinek sist" tevgerîye.
"Quad – bilî ku Hîndistan di hin gavsn de hinek sist be jî bi giştî wek Japonya û Awustralya hemberî êrîşa Putin, pir bi hêz tevdigerin, " Biden got.
Biden roja Duşemê di civînekî karsazî dîyar kir ku wan hember êrşîa wî (Putin), li seranserê NATO û Pasîfîkê enîyeke yekgirtî ava kirine.
Hejayê birxistinê ye ku Hîndistan hewl dide ku têkilîyên xwe bi Rûsya û welatên Rojava re hevseng bike.
Hîndistanê bangê Rûsya kiribû ku tundîtûjiya li Ukrayna bi dawî bike lê dagirkerîya Rûsî şermezar nekir.
Koma bloka demokrasîyên Hîndo-Pasîfîk ku hemberî bandora herêmî ya Çînê hatiye ava kirin.