Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dihêle ku Hong Kongî li Amerîka Bimînin, Çîn Biryarê Rexne Dike


Serokê Amerîka Joe Biden roja Pêncşemê biryareke nû îmza kir rê dide bi hezaran rûniştevanên Hong Kongê ku bi awayê qanûnî bikaribin bo 18 mehan li Amerîka bijîn.

Biden kiryarên Pekînê yên dijî demokrasîyê, ku 14 meh in li Hong Kongê dimeşîne, bi tundî rexne kir.

Wî got ku di berjewendîya sîyaseta derve ya Amerîka de ye bihêle rûniştvanên Hong Kongê ku li Amerîka bimînin û bixebitin.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî da zanîn ku Amerîka bi tundî hemberî karanîna Qanûna Ewlehîya Neteweyî ya Çînê ye.

“Hikûmeta Çînê vê qanûnê jibo înkarkirina maf û azadîyên bingehîn, êrîşa ser xweserîya Hong Kongê û têkbirina sazîyên wê yên demokratîk yên mayî bi kar tîne,” Psaki got.

Wî dîyar kir ku hêvî û armanca wan ew e ku ew zordarîya dijî hemwelatîyên Hong Kongê biguherînin.

Psaki bi berdewamî anî ziman ku jiber girtin û darizandinên bi sedemên sîyasî, bêdengkirina medyayê û kêmkirina qada bo hilbijartin û opozîsyona demokratîk, ewê gavên jibo piştgirîya jibo gelê Hong Kongê bidomînin.

Ofîsa wezareta karên derve ya Çînê ya li Hong Kongl bi daxuyanîyekê ragihand ku bi biryara nû, Biden beşdarîya wan kiryarana dike ku xweşhalî û aramîya Hong Kongê hildiweşîne.

Tevî ku hejmara rastîn ya hemwelatîyên Hong Konmgî yên li Amerîka nayê zanîn, karbidestekî payebilind yê rêvebirîya Biden ji Reutersê re got ku piranîya 330.000 rûniştvanên Hong Kongê yên li Amerîka dikarin ji vê biryarê sûdê bigirin.

XS
SM
MD
LG