Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Piştî Operasyona li Sûrîyê Bang li Îranê Dike ku Baldar Be


Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku divê kiryarên Îranê bê ceza nemînin.

Biden ew gotin piştî Amerîka li Sûrîyê êrîşa esmanî bir ser hêzên girêdayî Îranê, kir.

Wî di serdana Teksasê de, li ser pirseke rojnamevenekî ya derbarê êrîşa esmanî got ‘’Hûn nikarin bê ceza tevbigerin. Baldar bin.’’

Serok Biden bi vî awayî piştî êrîşa esmanî ya li Sûrîyê, ku roja Înê li dar ketibû, cara pêşî derbarê wê êrîşê axifî.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî gotibû ku êrîşên wisa bo berevanîya hêzên Amerîka yên li herêmê pêwîst in.

Ji alîyê din ve hin senatoran Biden jiber operasyona rexne kirin.

Senatorê Demokrat Tim Kaine dîyar kir ku heta ku rewişeke awarte tune be divê bo êrîşên leşkerî destûra Kongresê hebe û dîyar kir kur rêvebirîya Biden ser operasyona dawî bi wan neşêwiriye.

Pentagonê li ser vê rexneyê bi lezgînî bersiv da û dîyar kir ku wan berî operasyonê rêberên Kongresê agahdar kirine.

XS
SM
MD
LG