Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Ew jibo Ruhê Amerîka di Şerekî de Ne


Serokê Amerîka Joe Biden di salvegera yekê ya êrîşa sala borî ya dijî avahîya Kongresa Amerîka ya ji hêla alîgirên serokê berê Donald Trump ve gotareke taybet pêşkêş kir.

Serok Biden bûyerên girîng yên dîroka Amerîkî yên wek Şerê Şoreşa Amerîkî, Şerê Navxweyî û Şerê Cîhanê yê Duyê û herwiha bûyerên girîng yên bo mafên wekhevî yên mîna Seneca Falls, New York û Selma, Alabama bi bîr anîn.

Wî got ku ew jibo ruhê Amerîkayê di nava şerekî de ne û divê Amerîkî biryar bidin ku ewê di siberojê de welatekî çawa bin.

Biden, êrîşkarên ser Kongresa Amerîkî şermezar kirin, ku dema endamên her du civatên Kongresê jibo bi fermî erêkirina serketina Biden ya hilbijartinê civîbûn, jibo pêşîgirtina wan kom bûbûn.

Biden, herwiha Serokê berê Donald Trump jî şermezar kir hîngê li bi alîgirên xwe re, li nêzî Qesira Sipî xwepêşandanê dikir, ku gelek kes ew yek wek sedemeke serekî ya êrîşa ser Kongresê dibînin.

“Di dîroka me de cara yekê ye ku serokek ne tenê di hilbijartinekê de têk çû, lê wî hewil da ku radestkirina desthilatê ya bi awayê aştîyane asteng bike, di heman de ku girseyên hêrsketî êrîşî Kongresê dikir, lê ew bi ser neketin," Biden got.

Serok Biden got ku nabe mirov tenê di dema serketina xwe de welatê xwe hez bike.

“Hun nikarin tenê di dema serfirazîya xwe de welatê xwe hez bikin.

Hun nikanin tenê di dema berjewendîya we de bi rêzê li qanûnan bigirin.

Hun nikarin bibin welatparêz, dema hun rê li ber derewan vekin û wan hêzmbêz bikin.”

Serok Biden dîyar kir ku li pêş Amerîkîyan du bijare hene.

“Gelo emê bibin netewekê ku tundîya sîyasî wek pîvaneke normal qebûl bike? Emê bibin netewekê ku rê bide rêvebirên partîzan yên hilbijartinê ku vîna gel ya bi awayê qanûnî dîyarkirî, pûç bikin? Emê bibin netewekê ku ne bi ronahîya rastîyan, lê di bin sîya derewan de dijî? Em nikarin qebûl bikin ku bibin welatekî wiha. Rêya pêşîya me ew e ku em rastîyê bibînin û bi wê rastîyê bijîn.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku piştevanên Serokê berê Trump êrîşî Kongresê kiribûn, dema ku qanûndanerên Amerîkî jibo bi fermi erêkirina serketina Biden ya hilbijartina Mijdara 2020'an civîbûn.

Êrîşvanan pencerêyan Kongresê şikandibûn û zarareke mezin dabûn avahîya dîrokî, û qanûndaneran jiber xeterîya ewlehîyê neçar mabûn ku birevin û xwe li cîhên ewle veşerin.

Pîştî çend saetan pirtir hêzên ewlehîyê yên federal û leşkerîya Amerîkî gihîştibûn û kontrola Kongresê jinûve bi dest xistibûn.

Dû re, endamên Kongresê civîna xwe qedandibûn û serketina Biden erê kiribûn.

Di roja êrîşê de polîsêkî parastina Kongresê jî di nav de 5 kes hatibûn kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûbûn.

XS
SM
MD
LG