Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Serdana Navenda Çêkirina Mûşekên Javelin Dike


Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Sêşemê diçe eyaleta Alabama da ku serdana navendeke çêkirina mûşeka dijî tank ya bi nave Javelin bike.

Mûşeka dijî tank Javelin li kargeha Lockheed Martin Co tê çê kirin.
Pispor dibêjin ku serdana Biden wê balê bikşîne ser çeka ku alîkarîya Ukrayna dike ku dijî dagirkirina Rûsya şer bike.

Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki doh Duşemê ragihand ku Biden wê serdanê bo givaştina ser Kongresa Amerîkî bikar bîne da ku pakêta alîkarîyê ya pêşnîyara Biden were pejirandin.

Biden jibo Ukrayna paketene nû ya alîkarîya 33 mîlyar dolarî pêşnîyar dike ku tê de zêdetirî 20 mîlyar dolar alîkarîya leşkerî heye, lê divê Kongresa Amerîkî wê bipejirîne.

Psaki anî ziman ku serok Biden wê bi bîra Amerîkîyan bixîne ku çima ew di vî şerî de piştgirîyê didin Ukraynîyan.

"Serok Biden wê cureya alav û alîkarîya ku Amerîka dide Ukrayna dîyar bike û herwiha sedema lezgînîya pejirandina alîkarîya nû ya ji hêla Kongresê, " Psaki got.

XS
SM
MD
LG