Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Serokê Çînê Jinping Cara Pêşî Axifîn


Arşîv, 2011
Arşîv, 2011

Serokê Amerîka Joe Biden û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping, piştî serketina Biden ya di hilbijartinên seroktîyê de, cara pêşî bi rêka telefonê axifîn.

Qesira Sipî ragihand ku Biden ji Jinping re dîyar kiriye ku armanca wan ya sereke berevanîya aramî, saxlemî û ewlekarîya Amerîkîyan e û ew dixwazin ku li Okyanûsa Hînd û li Okyanûsa Mezin jî azadî werin parastin.

Li gor daxuyanîya Qesira Sipî her du rêberan li hev kirine ku ew ser pandemîya vîrusa korona, guherîna îqlimê di hewildanên dîtina çareserîyan kevin.

Biden ji Jinping re ‘’fikarên xwe yên derbarê zextên Çînê yên ser Hong Kongê, binpêkirina mafên mirovan yên li Şîncanê, û hewildanên Pekinê yên ser zêdekirina serwerîya li Taywanê’’ jî gotine.

Wî di serdana Pentagonê de dîyar kiribû ku rêvebirîya wan li hember Çînê hazirîyên xwe dikin û dabû zanîn ku ewê hêzeke kar ya stratejî, teknolojî û îstixbarata Pekînê dişopînin çêdikin.

Serokê Amerîka yê berê Donald Trump di Tebaxa sala borî de gotibû ku ‘’Ger Joe Biden were hilbijartin ewê Çîn dest deyne ser me.’’

XS
SM
MD
LG