Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Jinping Dê Ser Şerê Rûsya û Ukrayna Biaxifin


Serokê Amerîka Joe Biden dê roja Înê bi Serokomarê Çînê Xi Jinping re bi rêka telefonê biaxife.

Amerîka bang li Çînê dike ku ser dagirkirina Ukrayna piştgirîyê nede Rûsya.

Ger Çîn piştgirîyê bide dagirkerîya Rûsya, dibe ku peywendîyên di navbera Pekîn û hikûmetên rojavayî de bi awayekî berçav sist bibin.

Axaftina Biden û Jinping dê di demeke girîng de çêbe ku ji alîyekî de şerê Rûsya û Ukrayna didome.

Rêvebirîya Biden çi eşkere çi girtî dibêje ger Çîn ser dagirkirina Ukrayna piştgirîyê bide Rûsya ewê bi encamên giran re rûbirû bimîne.

Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki dîyar kir ku Biden û Jinping dê ser şerê Rûsya û Ukrayna û peywendîyên dualî biaxifin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Amerîka Jake Sullivan roja Duşemê li Roma bi dîplomatê payabilind yê Çînê Yang Jiechi re axifîbû.

Çînê heta niha kiryarên Rûsya yên li Ukrayna şermezar nekirine û ew wan tevgeran wek ‘’dagikerî’’ nabîne.

Biden û Jinping, berî werin ser rêvebirîyên welatên xwe hevdu dîtine, lê ji destpêka seroktîya Biden vir ve ew hîn rûbirû neaxifîne.

Her du rêber herî dawî di meha Mijdarê de bi rêka vîdeokonferansê axifîbûn.

XS
SM
MD
LG