Serokê Amerîka Joe Biden û hemtayê wî yê Çînî Xi Jinping bi rêka telefonê bi qasî du saetan axifîn.
Qesira Sipî dîyar kir ku Biden ji Jinping re gotiye ku ger Pekîn bo dagirkirina Ukrayna piştgirîyê bide Moskowê ewê encamên wê giran bin.
Li gor daxuyanîya Qesira Sipî, Biden û Jinping ji hev re dane zanîn ku bo rawestandina şerê Ukrayna û Rûsya çareserîya dîplomatîk hewce ye.
Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki jî dîyar kir ku Serok Biden dê di hefteya pêş de serdana Ewrupa bike û li wir bi hevbendan re ser peywendîyên Çîn û Rûsya danûstandinê bike.
Wezîrê Derve ye Amerîka Antony Blinken gotibû ku ew ketiye fikaran ku Çîn rastexwe kelûpelên leşkerî bide Rûsya ku ew li Ukrayna bikar bîne, lê Pekînê ew îdia red kiribû.
Çîn heta îro di daxuyanîyan de balê dikişîne ser yekîtîya axa Ukrayna, lê kiryarên Rûsya yên li wî welatî wek dagirkirin bi nav nake.
Pekîn dibêje fikarên Rûsya yên ser ewlekarîyê rêwa ne û banga çareserîya dîplomatîk dike.
Kanala dewletê ya Çînê ragihand ku Jinping ji Biden re dîyar kiriye ku pevçûnên li Ukrayna kêrî ti kesî nayên.
Li gor kanalê Jinping gotiye ku ‘’Em naxwazin krîzeke wek ya Ukrayna bibînin.’’
Bi şerê li Ukrayna di peywendîyên Amerîka û Çînê de enîyeke nû vebûye.
Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Qesira Sipî Jake Sullivan di serê vê hefteyê de li Roma bi dîplomatê payabilind yê Çînê Yang Jiechi re bi qasî heft saetan axifîbû û ser şerê Rûsya û Ukrayna danûstandin kiribû.