Amerîka û Brîtanya roja Pêncşemê dîyar kirin ku ewê berevanîya aştîya hesas ya li Îrlandaya Bakur bidomînin.
Bo aştîya li Îrlandaya Bakur di sala 1998an de Peymana Belfastê hatibû îmza kirin û bi wê re tundûtûjîya mezhebî ya li herêmê bi deh salan dom kiribû bi awayekî berfireh rawestîbû.
Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson ser Peymana Belfastê daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.
Biden û Johnson di daxuyanîyê de dîyar kirin ku ew pabendê peymanê ne.
Wan da zanîn ku ew dê bo berevanîya peymanê bi hemî alîyan re hevkarîyê bikin.