Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Ser Êrîşa li Kabulê Dibêje Ewê Kujeran Efû Nekin


Serokê Amerîka Joe Biden li Qesira Sipî ser êrîşa li Kabulê axifî.

Biden di serê axaftina xwe de go ‘’rojeke dijwar e’’ û dîyar kir ku li gor nêrînên îstixbaratê, baskê Xorasanê yê Dewleta Îslamî (DAIŞ) êrîş li dar xistiye.

Wî bo leşkerên Amerîka yên di êrîşê de canên xwe ji dest dane got ku ‘’ew qehreman in’’ û bo wan deqîqeyekê bi rêzdarî sekinî.

‘’Kesên ew êrîş li dar xistine û dixwazin zararê bidin Amerîka bila bizanibin ku emê efû nekin, ji bîr nekin. Emê li dû şopê kevin û bedela wê dayîn bidin.’’ Biden got.

Serokê Amerîka dîyar kir ku wî ji fermandaran xwestiye ku bo parastina hêzên Kabulê gavên hewce biavêjin.

Biden dîyar kir ku ew bi karbidestên leşkerî yên payabilind û bi fermandarên li qadê re her di danûstandinê de ye û ewê vekişînên xwe bidomînin.

XS
SM
MD
LG