Berpirsekî di asta bilind de yê Qesra Spî roja Yekşemê soz da ku Amerîka dê rêyekê bibîne bo derxistina Amerîkiyên li Afganistanê, lê Yasa danerekê Komarî yê di asta bilind de yê pirsên derve got, çekdarên Talîban dê weha bi sanahî rê nedin qedexeya derketinê ji firokxana Kabul.
Serokê Dîwana Qesra Spî Ron Klain di weşana bernama "Rewşa Yekîtiyê de" gote tora CNN berpirsên Amerîkî weha hizir dikin ku hêjî "Nêzî 100" Amerîkî li Afganistanê mane, piştî ku ev hefteyeke Amerîka derçûna xwe ya dawî ji Afganistanê ragihandî, piştî ku biryara dawîanîna şerekê 20 salî da li dij terorîstên Al-Qayidê û Talîbanê.
Ron Klain serokê Dîwana Qesra Spî dê beşdariyê di konferanseke hefteya aborî ya li Qesra Spî de bike di maseya glover de beşdar bibe, li 9ê Îlonê.
Ron Klain got, "Emê rêyekê bo derxistina wan bibînin, eger ew bixwazin derkevin,"eger hiç nebe bi rêya wan geştan yên ku diçin Qatarê.
Herwiha wî got, Amerîka, dê hewil bide alîkariya wan Afganan bike yên ku Alîkariya hêzên Amerîkî kirine di çendîn salan de, ku dixwazin birevin û li jêr desthilata Talîbanê nejîn.
Nûnerê Texas, yê Komarî Michael McCaul, endamê bala di komîta derve ya Kongresê de, ku opzisyone gote bernama "Fox News Sunday" li gorî pêzanînên Îstîxbarata Amerîkî, ew di wê bawerê dane ku "bi sedan " Amerîkî li paş xwe hiştine piştî ku geştên esmanî yên firokên leşkerî ji Kabul bidawî hatîn. Yên ku Duşema borî ji Kabul derketbûn.
Ew dibêje, ji wê roja heya niha yek Amerîkî ji Afganistanê derneketiye. Nûner McCaul got, "Talîbanê banga derketina firokan dikir, nek rê dide derketina firokan". Michael McCaul dîsan got, Talîban"Li hember tiştekî dixwaze," ew jî ewe ku Amerîka bi temamî desthilata wê nas bike.
Michael McCaul got, "Ev ne Talîbanek xwe guhartîye" eger bê hember kirin li hemberî tevgeriyana wê ya sala 2001ê dema ku Amerîka bi êrîşa ser Al-Qayide ya terorist desthilata wan jinav birî, ku êrîşa 11ê Îlonê bo ser Amerîka nêzî 3000 kes kuştbûn.
Wî got, hin wergerên Afgnaî yên li gel hêzên Amerîkî çendîn salan kar dikirin, û yên dixwestin ji wî welatî derkevin, ji firokxana Kabul vegerandin malên wan û dixwestin malbatên xwe bibînin, wan dîtin ku hin hatine lisêdare dan û heta serê hinan jêkirine, berî ku wan jî bikujin. Lê wî neda zanîn kanê Talîbanê çend ji wan kuştine. Michael McCaul got, "Min her tim gotiye destên wî (Joe Biden)di xûnê de ne."
Piştî ku hefteya borî Amerîka hêzên xwe ji Afganistanê vekişandin, Biden bi hêz berevanî ji biryara vekişînê dike ku 98% ji Amerîkiyan ji Afganistanê derxistine" Weke serkeftinek ne asayî dibîne."
Biden gelek caran daxuyand ku ewê hebûna Amerîka li Afganistanê mayinde nehêle û beşdarbûna "Şerekî heta hetayê" nebe.
Di rapirsiyên niştîmanî de li Amerîka, welatîyên Amerîkî piştevaniya Biden ya vekişîna hêzan ji Afganistanê dikin, lê ne bi şêweyek kaosî bidawî bibe.
Di rojên dawîyê de yên hêzên Amerîkî 13 leşker hatin kuştin di êrîşeke xwekujî de li firokxana Kabul, ku DAIŞ-Xorasan ew êrîş girt ser xwe.