Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Diçe Eyaleta Kentucky ku Wêrankarîya Bahozê Bibîne


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden roja Çarşemê wê serdana eyaleta Kentucky bike.

Biden wê zararên bahozên wêranker yên hefteya borî ku herî kêm 74 kes hatin kuştin û bi hezaran kesên din jî koçber bûn, bibîne.

Seroik Biden da zanîn ku wî ferman daye rêvebirîya xwe ku bo karbidestên herêmî û eyaletê yên li Kentucky û eyaletên din ku ji bahozê bandor bûne her alikarî, were peyda kirin.

"Emê pirtir ji alîkarîya ku divê hikûmeta federal bike, peyda bikin; wek mînak FEMA dikare heya 35.000 $ bo restorasyona xanîyan bide. Gelek tişt hene ku bêne kirin û em niha nû destpê dikin. Lê, emê bi tevahîya walîyan re bixebitin da ku em karibin bi ser bikevin," Biden got.

Eyaleta Kentucky hefteya borî jiber bohozên tund herî zêde bandor bû, piştre şeva Înîyê û serê sibêha Şemîyê li eyaletên Arkansas, Illinois, Mississippi, Missouri û Tennessee jî gelek bohozên weranker çêbûn û zararên mezin derketin holê.

Serok Biden dîyar kir ku peyama wî bo walîyên eyaletan re ev e ku hikûmeta federal dê ji wan re bibe alîkar 'bo her tiştekî ew hewce bin û her dema ku hewce be.'

“Heta ku ji bo alîkarî pêdivî be emê li wir bin, ” Biden got.

Biden, ku jiber bahozên wêranker yên li eyaleta Kentucky biryara rewşa awarte îmza kiribû, got ku ew amade ye ku heman biryarê bo eyaleta Illinois jî bide.

Bahozên xurt yên bi vî rengî di meha Berfenbarê de li Amerîkaya Bakur ne belave ne, lê pispor dibêjin ku germahîya bilind ya hewayê û avê li Kendava Meksîkoev bahoz gur kirine.

XS
SM
MD
LG