Serokê Amerîka Joe Biden îro Înê ragihand ku ew dadwera pêdaçunê ya federalî Ketanji Brown Jackson dike berbijara Dadgeha Bilind ya Amerîkî.
Biden di dawîya meha borî de gotibû ku ew dê soza kampanyna xwe bi cîh bîne û jina yekê ya Reşpêst weke Dadwera Dadgeha Bilind ya Amerîka bike berbijar
Serok Biden di havîna borî de Jackson li Dadgeha Pêdaçûnê ya Amerîka ya jibo District of Columbia destnîşan kiribû.
Biden bi amadebûna cîgira xwe Kamala Harris got ku ew îro hatiye ku erka xwe ya zagona bingehîn bi cîh bîne ku azadî û serbestîya li Amerîka biparêze.
Wî dîyar kir ku êdî dem hatiye ku dadgeha bilind pir rengî û pir çandîya civata Amerîkî nîşan bide.