Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Senatorên Komarî Ser Paketa Alîkarîyê Axifîn


Serok Joe Biden û hin senatorên Komarî yên dixwestin paketa alîkarîyê ji 1,9 trîlyon dolarî dakeve 618 mîlyar dolarî li Qesira Sipî kom bûn.

Senatora Komarî Susan Collins dîyar kir ku di hevdîtinê de ‘’nîqaşên avaker’’ çêbûne û da zanîn ku tevî ku ew hevdîtin ‘’kêrhatî’’ bûye, lihevkirin çênebûye.

Collins ser kombûna li Qesira Sipî got ku ‘’hevdîtineke pir baş bû û got ku ew hêvîdar e ku Kongres paketeke din ya alîkarîyê bipejirîne.

‘’Me li hev kir ku em ser vê mijara girîng careke din bi Serok û Cîgira Serok re bicivin.’’ Collins got.

Ew senatorên Komarî ser belavkirina vaksînên vîrusa korona û zêdekirina testan mîna plana Biden difikirin, lê ew dixwazin ku alîkarîya rastexwe, budçeya bo vekirina dibistanan û piştgirîya bo rêvebirîyên herêmî û eyaletan kêmtir be.

Li gor paketa Demokratan, alîkarîya rastexwe 1400 dolar be, lê Komarî dibêjin ku ew alîkarî bo şexsên salê heta 40,000 dolarî û bo jin û mêrên salê heta 80,000 dolarî qezenc dikin dakeve 1000 dolarî.

Komarî 350 mîlyar dolarên bo rêvebirîyên herêmî û eyaletan hatine veqetandin jî red dikin.

Demokrat bo Civata Senatoran paketa alîkarîyê bipejirîne, li şûna sitandina bi kêmî ve 60 dengan, li ser lihevkirina bo budçeyê dixebitin ku bo wê piranîya basît pêwîst e.

Li Civata Senatoran 50 Komarî û 50 Demokrat hene ku dengê Cîgira Serok Kamala Harris dê encama dengdanê bide hêla Demokratan.

XS
SM
MD
LG