Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Beşdarî Konferansa Ewlekarî ya Munîhê Dibe


Serokê Amerîka Joe Biden dê di Konferansa Ewlekarî ya Munîhê de ser armancên xwe yên polîtîk yên navneteweyî biaxife.

Konferansa Ewlekarî ya Munîhê, ku her sal li Almanya bi beşdarîya sîyasetvan û pisporên ewlekarîyê li dar dikeve, îsal dê jiber pandemîya vîrusa korona bi rêka vîdeokonferansê çêbe.

Biden dê roja Înê di konferansê de ser hevkarîya Amerîka û dewletên Ewrupî, siberoja NATO û ewlekarîya navneteweyî biaxife.

Serokê Konferansa Ewlekarî ya Munîhê Wolfgang Ischinger dîyar kir bo wan girîng e ku Biden biryar daye ku beşdarî konferansê be û bo bîragiştî ya Ewrupa bipeyîve.

Ischinger got biryara Biden nîşan dide ku ew dixwaze Almanya di peywendîyên transatlantîk de pêşengîyê bike.

Li gor daxuyanîya Ishinger, piştî Biden dê Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron biaxifin.

Konferansa îsal dê ser ‘’derbazkirina bêrojavabûnê (westlessness), nûkirina peywendîyên transatlantîk û têkoşîna dijî kêşeyên cîhanî’’ li dar keve.

XS
SM
MD
LG