Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Wê di Salvegera Êrîşa Dijî Kongresê de Bipeyîve


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden wê roja Pêncşemê li ser girîngiya dîrokî ya êrîşa sala borî ya dijî avahîya Kongresa Amerîka ya ji hêla alîgirên serokê berê Donald Trump, biaxife.

Di salvegara sala yekê ya êrîşê de, Biden wê bi Cîgira Serok Kamala Harris re, li Kongresê gotara xwe pêşkeş bike.

Berdevika Qesra Sipî Jen Psaki ji rojnamevanan re ser axaftina Biden agahî da.

"Serok wê rastîya tiştên ku qewimîne eşkere bike, ne derewên ku hinekan belav kirine û metirsîya ku li ser dewleta hiqûqê û sîstema me ya rêvebirîya demokratîk çêkiriye."

Psaki bi berdewamî got ku Serok Biden herwiha qehramanên 6'ê Rêbendanê, bi taybet mêr û jinên wêrek yên ewlehîyê jî bi bîr bîne, ku bo parastina Qanûna Bingehîn û parastina Kongresê û jîyana mirovên li wir şer kirin.

"Bi saya hewildanên wan, demokrasîya me li hember êrîşa girseyê berxwe da, û vîyana zêdetirî 150 mîlyon mirovên ku di hilbijartinên seroktîyê de deng dane, herî dawî ji hêla Kongresê ve hate nas kirin, ” Psaki got.

Alîgirên Serokê berê Donald Trump dema ku qanûndaner li hindur civyan ku encamên hilbijartina Mijdara 2020'an piştrast bikin, avêtin ser Kongresê.

Wan pencerêyan Kongresê şikandin û zarareke mezin dan avahîya dîrokî, û qanûndaneran jiber xeterîya ewlehîyê, revîyan.

Pîştî çend saetan pirtir hêzên ewlehîyê yên federal û artêş gehîştin û kontrola Kongresê jinûve bi dest xistin.

Endamên Kongresê civîan xwe temam kirin û serkeftina Biden ya hilbijartinan erê pkirin û piştî hefteyekê qonaxa dest bi seroktkarîya wî saz kirin.

Di roja êrîşê de tevî polîsêkî Kongresê , 4 kes hatin kuştin.

Girseya hêrsketî bi dehan polîs birîndar kiribûn û di mehên piştî êrîşê de 4 polîs jî xwe kuştibûn.

Trump plan kiribû ku roja Pêncşemê li Florida preskonferanseke dar bixe, lê roja Sêşemê got ku ew civîne betal dike.

Trump gotibû ku ewê di 15'ê mehê de li eyaleta Arizona tevî bûyerên 6'ê Rêbendanê, ser mijarên girîng biaxife.

Anketên raya giştî didin zanîn ku nêzî ji % 70 Komarîyan serketina hilbijartinê ya Biden rewa nabînin.

XS
SM
MD
LG