Serokê Amerîka Joe Biden roja Duşemê dîyar kir ku Kongres dixwaze arîkarîya bo Ukrayna bipejirîne.
Biden bi daxuyanîyekê da zanîn ku Kongres dixwaze arîkarîyên bo Ukrayna û yên bo têkoşîna dijî vîrusa korona erê bike.
Wî ji Kongresê xwest ku berê arîkarîya bo Ukrayna erê bike û dûre jî demûdest diravên bo têkoşîna vîrusa korona bipejirîne.
Serok Biden berê ji Kongresê xwestibû ku arîkarîyên bo Ukrayna û yên bo têkoşîna dijî vîrsua korona di faturayekê de erê bike.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24'ê Sibatê de destpê kir. Amerîka û welatên Rojava tevgerên Rûsya yên li Ukrayna wek dagirkirin dibînin û dijî Moskowê piştgirîya Kîevê dikin.