Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Banga Xurtkirina Qanûnên Kirîn û Firotina Çekan Dike


Dimeneke ji dikaneke çek firotanê ya li Amerîka (Arşîv)
Dimeneke ji dikaneke çek firotanê ya li Amerîka (Arşîv)

Serokê Amerîka Joe Biden jiber zêdebûna êrîşên kujer yên girseyî li seren serê Amerîka ji Qesra Sipî gtareke peşkeş kir û bo kontrola ser çekan banga tedbîr û qedexeyên nû kir.

Joe Biden di gotara xwe de bi armanca pêşîgirtina êrîşên çekdar yên girseyî bang li Kongresa Amerîka kir ku demûdest "pîvanên aqilmend" yên qanûnî were pejirand û wî got wê ev qanûnên nû dijî tundîtûjîya çekan bibin alîkar.

Biden bang li qanûnderên Amerîkî kir ku qedexeya 1994'an ya ser çekên nîvotomatîk, çekên bi kanîna êrîşên bilez û yên bi kapasîteya bilind ku di 2004'an de bi dawî bûye, jinûve bi bandor bikin.

" Heke em nikaribin çekên êrîşkar qedexe bikin, wê demê divê em temenê bo mafê kirîna wan ji 18'an derxînin temenê 21'an," Biden got.

Wî bi çekdarê ku meha borî êrîşê dibistana Uvalde ya li Teksasê kiribû , bîr xist ku û got ku piştî ku ew ket temenê 18'an wî demûdest du çek kirî û 19 xwendekar û 2 mamoste kuşt û herwiha 17 kesên din jî birîndar kir.

Serokê Amerîkî di gotara xwe de girîngîya derxistina hin qanûnên din jî destnîşan kir:

Qanûnên kontrolên paşeroja kesên ku dixwazin çekan bikirin û qanûnên ku wek bi navê ala sor tên zanîn ku ger kesek xeter be yan xwedîyê pirgirêkên derûnî be destûrê dide karbidestan ku dest bidin ser çekên wî kesî û herwiha qanûnên bo hilanîna ewle yên çekan.

"Çekan kilît bikin. Heke hûn nekin û tiştek xirab çê bibe, divê hûn berpirsîyar bin," Biden got.


Wî herwiha dîyar kir ku parêzîya bo çêkerên çekan ku wan ji berpirsiyarîyê diparêze û bêpar dihêle divê were betal kirin.

"Ew li vî welatî pîşesazîya yekane ne ku xwedîyê parastineke bi vî rengî ne.Bifikirin, ger pîşesazîya titûnê ji darizandinê bêpar bûya, emê îro li ku bibana," Biden got.

Qanûnên ser kontrolkirina kirîn û hilgirtina çekan ku Biden pêşnîyar dikin bo niha ne mimkûn e ku li Kongresa Amerîka de were pejirandin jiber ku qanûndanerên Demokrat û Komarî ser vê mijarê ne hevbîr in.

Komarî êrîşên kujer yên girseyî û tundîtûjîya çekan şermezar dikin lê, qanûnên bo kontrolkirina çekan bi rêkûpêk asteng dikin.

Ew dibêjin ku qanûnên ser kontrolkirina çekan ku Demokrat pêşnîyar dikin wê azadîya welatîyên Amerîkî binpe bikin û herwiha qanûnên tê xwestin dijî xala duyê ya qanûna bingehîn ya Amerîka ye ku mafê hilgirtina çekan bo welatîyên Amerîkî destnîşan dike.


Demokrat ku li Civata Senatoran xwedîyê 50 kursîya ne, pêwîste ku herî kêm 10 senatorên Komarî piştgirîya wan bikin da ku ew bikaribin bo kontrolkirina çekan qanûnên nû ji Kongresa Amerîka derbaz bikin.

XS
SM
MD
LG