Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dibêje Koreya Bakur di Sîyaseta Derve de Cîhekî Girîng Digire


Serokê Amerîka Joe Biden îro Pêncşemê got ku Koreya Bakur di sîyaseta wî ya derve de cîhekî gelek girîng digire.

Biden di preskonferansa xwe ya yekê de got ku Koreya Bakur bi hinartina mûşekên balîstîk biryarên Neteweyên Yekbûyî binpê kirin û ger Pyongyang girjîyê zêde bike, Amerîka dê bersîvdana wê yekê bide.

“Ez ji dîplomasîyê re jî amade me, lê divê ew yek li ser bingeha encamên bênavokîbûnê çêbe.”

Serok got ku ew bi hişyarîya Serokê berê Barack Obama hevbîr e ku divê Koreya Bakur di sîyaseta derve de cîhê herî girîng bigire.

Koreya Bakur vê hefteyê çar mûşekên kurtavêj avêtibûn ku hemî jî ti xeterîyeke rasterast ya ser axa Amerîka nakin.

Jêderên Koreya Başûrî ragihand ku du ji mûşekên roja Yekşemê mûşekên kruz in.

Lê, Japonya got ku du mûşekên ku roja Pêncşemê hatine hinartin balîstîk in ku Neteweyên Yekbûyî berê qedexe kiribû ku Koreya Bakur ceribandina wan mûşekan bike.

XS
SM
MD
LG