Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden: Emê Vê Şewba Vîrusa Korona Têk Bibin


Serokê Amerîka Joe Biden stratejîya neteweyî ya ser têkoşîna dijî vîrusa korona û fermanên qanûnder yên jiber wê hatine îmza kirin eşkere kir.

Biden dîyar kir ku ew dixwazin di 100 rojên pêşî yên seroktîya wî de bikin ku 100 mîlyon vaksîn werin karanîn û da zanîn ku ewê di çend mehan de piranîya civakê vaksînan li xwe din.

Wî da zanîn ku nifûsa Amerîka 4 ji sedê ya cîhanê ye û dîyar kir ku 25 ji sedê pêketinên vîrusa korona û 20 ji sedê mirinên ji wê vîrusê li Amerîka çêbûne.

Li gor daxuyanîya Biden, vaksînên li Amerîka heta niha bi awayekî serketî nehatine belav kirin.

‘’Berî ew rewiş çêtir bibe dê hîn jî xirab bibe.’’ Biden got û da zanîn ku dibe ku hejmara mirinên ji vîrusa korona ji 500 hezar bibore û bal kişand ku hejmara pêketinan jî dê zêdetir bibe.

‘’Ez dixwazim di vê mijarê de pir zelal bim, emê van rojan derbaz bikin, emê vê şêwbê têk bibin. Alîkarî di rê de ye.’’ Biden got.

Biden da zanîn ku armanca wan di 100 rojan de 100 mîlyon vaksîn e û dîyar kir ku bo ew armanc pêk were ewê hejmara navendên karanîna vaksînan zêde bikin.

Bi plana Biden çaverê ye ku hejmara karmendên saxlemîyê yên vaksînan lê didin werin zêde kirin ku bo wê armancê dê ji Kongresê alîkarî were xwestin.

Wî da zanîn ku ew herwiha ji Amerîkîyan dixwazin ku di 100 rojên pêşî yên seroktîya wî de maskan bidin ber rûyên xwe.

Biden dîyar kir ku karanîna maskan di demên dawî de bûye mijareke partîzanîyê û got ku ‘’karanîna maskan welatperwerî ye’’ û dîyar kir ku ger ew ji niha ve maskan bikar bînin ewê heta Nîsanê 50,000 kes ji mirinê bifilitin.

Serokê nû yê Amerîka heta niha ferman daye ku li avahîyên federal, li rêwîtîyên naveyaletî, li tren, otobus û firokan karanîna maskan mecbûr werin karanîn

Biden dîyar kir ku ew dixwazin ku firoşgeh û dibistan bi awayekî ewle vebin û da zanîn ku ewê ji wezaretên perwerde û saxlemîyê jêder û rêbernameyan hazir bikin.

Wî da zanîn ku ewê bo zêdekirina testên vîrusa korona tîmeke çêkin û seroktîya wê tîmê jî dê Marcella Nunez Smith bike.

Plana Biden ya ser têkoşîna dijî vîrusa korona 186 rûpel e û herkes dikare wê ji ser malpera Qesira Sipî bixwîne.

XS
SM
MD
LG