Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Paşvedayîna Kredîyên Xwendekarîyê Careke Din Paş Dixe


Serokê Amerîka Joe Biden
Serokê Amerîka Joe Biden

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê dîyar kir ku rêveberiya wî dema rawestî ya paşvedayîna kredîyên xwendekarîyê bo 90 rojên din dirêj kiriye.

" Rêveberiya min, îro paşve dayîna deynên kredîyên xwendekarîyê bo 90 rojên din dirêj dike - heya 1’ê Gulana 2022’an - dema ku em pandemîya ku didome rêve dibin û başbûna xwe ya aborî hîn xurtir dikin," Biden got.

Qesra Sipî Biryara Biden bi daxuyanîyeke ragihand.

Li gor biryara Biden paşve dayîna kredîyên federal ya xwendekarîyê dê heya 1ê Gulanê rawestî bimîne û rêjeyên faîzê ewê ji % 0’de be.

Ew tedbîra di destpêka pandemîyê ve de hatibû ragihandin lê ewê di 31’ê Berfanbar ê de, bi dawî ba.

Biden da zanîn ku başbûna aborî ya ji pandemiyê dê ji ya kar dirêjtir dem bigire, bi taybet jî bo yên ku xwedî deynên kredîyên xwendekarîyê ne.

"Em dizanin ku bi mîlyonan deyndarên kredîyên xwendekarîyê hîn jî bi bandorên pandemîyê re rûbirû ne û berîya ku dest bi paşve dayînê bikin, hinekî din dem pêwîst dike," Biden got.

Ev biryara ser zêdetirî 36 mîlyon Amerîkîyên ku bo wergirtina kredîyên xwendekarîyê, deyndarên hikûmeta federal in, bonderê dike.

Li gor pêzanînên herî dawî yên Wezareta Perwerdehiyê, deynê wan yên tevahî zêdetirî 1.37 trîlyon dolar e.

Nêzî yek ji sê ya deyndaran nikarin deynên xwe paşve bidin û dravdana mehane ya navîn mehê 400 dolar e.

XS
SM
MD
LG