Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serok Biden ligel Mesrûr Barzanî û Şanda Kurdî Rûnişt


Cîgirê Serokê Amerîkê Joe Biden, roja Pêncşemê bi Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, di çarçoveya hevdîtina ligel Cîgira Şêwirmendîya Ewlekarîya Neteweyî, Avril Haines de civîya.

Biden jiber cesaret û keda wan, pesna pêşmerge û artêşa Îraqê da û jibo kesên di şerê li dijî DAIŞ’ê de jîyana xwe ji dest dane, jî sersaxî xwest.

Biden jibo hevkarîya hikûmeta Îraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di şerê bi DAIŞ’ê re kêfxweşîya xwe anî ziman.

Biden herwiha careke din bi bîr xist ku Amerîka piştgirîya Îraqeke federal, yekgirtî û demokratîk dike û jibo hemî welatîyên Îraqê aramî û aştîyê dixwaze.

XS
SM
MD
LG