Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden û Macron Dibêjin Ewê Amerîka û Fransa Hevkarîyê Bidomînin


Serokê Amerîka Joe Biden û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piştî kêşeya noqavê ya di navbera her du dewletan de li Roma rûbirû civîyan.

Biden û Macron bo başkirina peywendîyên dualî bi awayekî erênî axifîn.

Serok Biden dîyar kir ku Fransa bo Amerîka ‘’pir bi qîmet’’ e û Macron dîyar kir ku Biden bo başkirina peywendîyan gavên berçav diavêje.

Îhaleya noqavan ya 56 mîlyar euroyî ya Avustralya bi Fransa re îmza kiribû derbazî Amerîka bûbû û jiber wê di navbera Parîs û Washingtonê de girjî çêbûbû.

Biden û Macron ji wê krîzê vir ve cara pêşî li Roma rûbirû axifîn.

Macron dîyar kir ku Fransa û Amerîka di demên dawî de ser îqlim, berevanî û têkoşîna dijî terorê danûstandinê dikin û da zanîn ku divê ew êdî li siberojê binêrin.

Biden jî ser kêşeya noqavan got ku her çiqas hin tişt gerek pêk nehatana jî Fransa, hevalbenda Amerîka ya herî kevn û şirîkeke bi qîmet e.

Wî da zanîn ku cîhan û rewiş diguhere lê ew dixwazin ku bi Fransa re bimînin û hevkarîyê bidomînin.

XS
SM
MD
LG