Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Dê di Roja Pêşî ya Seroktîyê de Fermana Karanîna Maskan Bide


Serokê hilbijartî yê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku piştî ew dest bi kar bike ewê ferman bide ku li avahîyên federal û li otobus û firokan mask werin karanîn.

Joe Biden di hevpeyvîneke taybet de ji Jake Tapper yê CNN’ê re axifî.

Biden ser 100 rojên piştî seroktîyê peyivî û da zanîn ku ewê di wan 100 rojan de ji Amerîkîyan bixwaze ku maskan bidin ber rûyên xwe.

Wî da zanîn çawa ku dest bi seroktîyê bike ewê fermanê bide ku li avahîyên federal û li firok û otobusan mask werin karanîn.

Rêberê Demokrat got ku ewê ji Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci bixwaze ku di rêvebirîya wî de karê xwe bidomîne serşêwirmendê tîma têkoşîna dijî vîrusa korona be.

Biden dîyar kir ku ew û Fauci ser bawerkirina bi ewlebûna perpûna vîrusa korona jî axifîne.

Serokên berê yên Amerîka, Barack Obama, Bill Clinton û George W. Bush gotibûn ku bo ew gumanên dijî perpûna vîrusa korona pûç bikin ewê li pêş kamerayan perpûnê li xwe xin.

Joe Biden jî dîyar kir ku ger Fauci perpûna vîrusa korona bipejirîne ew hazir e ku li pêş bîragiştî perpûnê bikar bîne.

Hevpeyvîna bi Joe Biden re dê bi saeta Amerîka di 21:00 de were weşandin.

XS
SM
MD
LG