Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden Bang li Amerîkîyan Dike bi Maskan Xwe ji COVID-19 Biparêzin


Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro bang li welatîyên Amerîkî kir ku diji cureyên nû yên vîrusa korona li hindur û cihên giştî maskeyan li xwe bikin.

Di axaftina li Qesra Sipî, Biden dîyar kir ku wê cureya nû bigehîje Amerîka, lê wî got ku bo parastina Amerîkîyan, welêt xwedî amûrên pêwîst e – bi taybet jî vaksînên pejirandî û yên hêzker.

"Zû yan dereng emê bûyerên vê cureya nû li vir li Amerîka bibînin."Ji kerema xwe re gava ku hûn li hundur in, li cîhên giştî yên ku li der û dor mirovên din hene ,maskeya xwe bi kar bînin, " Biden got.

Wî cureya nû vîrusê Omicron wek sedemekî fikaran lê "ne sedemek panîkê" bi nav kir.

Biden destnişan kir ku ew bawer nake ku jiber Omicron li Amerîkayê girtineke tevahî ya giştî pêk were.

Biden ev banga piştî cureya vîrusa korona ya nû ya bi navê Omicron, ku cara pêşî li Afrîqa Başûr hatibû tespît kirin, kir.

Her wiha, revibirîya Biden hefteya borî rêwîtiya ji Afrîkaya Başûr û heft welatên din ên li başûrê Afrîkayê, ji destpêka îro ve asteng kir, bi armanca ku dem bide zanyaran ku di derbarê cureya nû de bêtir fêr bibin, û bo bêtir Amerîkî ku berî ku ew têkevin Amerîka xwe vaksîn bikin.

XS
SM
MD
LG