Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Biden Wê jibo Astengkirina Derbazbûnên Neqanûnî ji Sînorê Meksîko Fermaneke Îmza Bike


Nobedarên Sînor yên Amerîka hewil didin ku koçberan desteser bikin, dema ku ew ji Meksîko, derbaszî Texas Amerîka dibin, 19 Îlona 2021.
Nobedarên Sînor yên Amerîka hewil didin ku koçberan desteser bikin, dema ku ew ji Meksîko, derbaszî Texas Amerîka dibin, 19 Îlona 2021.

Ajansa Reuters radigihîne ku Serok Joe Biden wê îro Sêşemê fermaneke nû ya berfireh îmza bike,da ku jimara derbzbûnên qaçax ji ser sînorê Meksîko bi tundî sînordar bike.

Du jêderan ji Reuters re got ku bi fermana Biden wê kêsên ku ji sînorê başûrê rojava bi qaçaxî derbazî nava Amerîka bibin, demûdest werin dersînor kirin yan jî ji Meksîko re werin vegerandin, ger têketinên neqanûnî ji hejmara destûrdayî derbaz bin.

Fermana Biden wê bikeve merîyetê, dema ku Nobedarên Sînor yên Amerîka heftana 2500 kesan desteser bikin, yên bi qaçaxî derbaz dibin û serlêdana penaberîyê dikin.

Piştî îmzakirina Biden, ferman wê demûdest bikeve merîyetê jiber ku ew jimar jixwe pir bilind e.

Ne çavêre ye ku ferman jibo zarokên ji 18 salî piçûktir derbazdar bibe.

Li gor hin şîrovekaran ev gava sala hilbijartinê ya Biden wê rastî rexne û serlêdana pêdaçûnê yên komên koçber û mafên mirovan werin jiber ku dişibînin sîyaseta tund ya serokê berê Donald Trump.

Biden nêzîktîya xwe ya ser ewlehîya sînor tundtir kiriye jiber ku koçberî jibo dengderên Amerîkî wek mijareke serekî derketiye pêş.

Dezgehên nûçeyan dibêjin ku Biden vê gavê diavêje, piştî ku pêşnivîsek ser ewlehîya sînor ya hevpar li civata senatoran ji hêla piranîya Komarîyan û hin Demokratan ve - di Sibatê de hat red kirin. Trump bi eşkereyî dijî wê pêşnivîsê derketibû.

Hat ragihandin ku şaredarên bajarên nêzî sînorê Amerîka û Meksîko ji Qesira Sipî re hatine vexwendin ku şahidîya îmzakirina fermana Biden bikin.

Karbidestên revebirîya Biden heya niha li ser mijarê ti daxuyanîyeke fermî nedane.

Jêder:VOA, Reuters

XS
SM
MD
LG